New York (Rûdaw) - Piştî şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê û Durziyan de û her wiha êrişên esmanî yên Îsraîlê, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser daxwaza Sûriyeyê bi awayekî bilez civiya.
Di civînê de bangî Hikûmeta Sûriyeyê hat kirin ku mafên pêkhateyan biparêze û berpirsên tundûtûjiyan ceza bike.
Her wiha ji Îsraîlê jî hat xwestin ku êrişan rawestîne û rêzê li serweriya axa Sûriyeyê bigire.
Nûnera Amerîkayê ya NYyê Dorothy Sheayê da zanîn:
“Me raporên pir xemgîn ên li ser hovîtiyên li dijî sivîlên Sûriyeyê hatine kirin dîtin.
Divê hikûmet hemû raporên binpêkirinan lêkolîn bike û sûcdaran ceza bike.
Her çi qas Amerîkayê piştgirî nedabe êrişên Îsraîlê yên dawî jî hem ji bo çareserkirina krîza heyî û hem jî ji bo gihiştina peymaneke mayînde di navbera her du dewletên serwer de em di asta herî bilind de bi Îsraîl û Sûriyeyê re bi awayekî dîplomatîk mijûl dibin.”
Di civînê de Fransayê jî ragihand ku tundûtûjiya berdewam nîşan dide ka Sûriye çi qasî bi pirsgirêkan re rû bi rû ye û da zanîn ku êrişên li dijî civaka Durziyan, dêran û komkujiyên li dijî Elewiyan, dijminatiya navxwe ducare geş dikin.
Nûnerê Fransayê Jerome Bonnafont anî ziman:
“Erka desthilata Sûriyeyê ye ku aramiyê di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de vegerîne û gefên terorîstî bi dawî bike.
Ji bo vê yekê, divê prensîba hesabpirsînê û edaleta veguhêz wekî rêber ji hêla desthilata veguhêz a Sûriyeyê ve were bikaranîn.
Divê kesên ku ji tundûtûjiya nav-olî û nav-civakî berpirsiyar in, hesabê bidin.”
Fransayê her wiha destnîşan kir ku ew pêbendbûna Şamê ya ji bo lêkolîna bûyerên li Siwêdayê dişopînin û li benda encamên lêpirsîna bûyerên li herêmên Elewiyan in.
“Eşkere gefan li Xiristiyan, Durzî û Kurdan dixwin”
Li aliyê din, Rûsyayê bal kişand ser wan çekdarên ku pêwendiya wan bi DAIŞê re heye û di nava hêzên ewlehiyê yên hikûmeta demkî de cih digirin.
Rûsyayê ragihand ku gelek ji wan çekdaran ne Sûriyeyî ne û eşkere xwe bi DAIŞê ve girê didin.
Nûnerê Rûsyayê yê NYyê Vassily Nebenzia jî got:
“Di gelek rewşan de, ev komên çekdar bi eşkereyî gefan li Xiristiyan, Durzî û Kurdan dixwin.
Eşkere ye ku ev ne ew bingeh e ku hûn bikarin li ser dewleteke rêzê li berjewendiyên hemû Sûriyeyiyan bigire ava bikin.”
Di dawiya civînê de, Nûnerê Sûriyeyê diyar kir ku hêzên wan ji bo aramiyê çûne Siwêdayê lê rastî êrişên Îsraîlê hatine, bêyî ku behsa tundûtûjiya li hemberî Durziyan bike.
Li hemberî vê yekê, Îsraîlê jî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê tohmetbar kir û ragihand ku Şam pêkhateyên wekî Kurd, Elewî, Xirîstiyan û Durziyan dike hedef û tekez kir ku ew tenê sînorên xwe yên bakur diparêzin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse