Navenda Nûçeyan – Serokwezîrê Rûsya Dmitry Medvedev ragihand: “Moskow bi tenê jî dikare şerê terorê bike, lê belê baştirîn bijarde ev e ku Rûsya û welatên rojava cudahiyên xwe bidin aliyekê û pêkve terorê jinav bibin.”
Serokwezîrê Rûsya Dmitry Medvedev di Korbenda Saziya Hevkariya Asiya-Pacific (APEC) de li Manîla ya paytextê Fîlîpînê derbarê şerê li dijî terorê û operasyonên Rûsya li Sûriyê axivî û bersiva rexneyên Serokê Amerîkayê Barack Obama da.
Dmitry Medvedev daxwaz ji welatên rojavayî kir, dest ji nakokiyan berdin û bang li wan kir, ku cudahiyên xwe ligel Rûsyayê bidin aliyekê û bi hev re şerê terorê bikin.
Medvedev got: “Moskow bi tena serê xwe dikare şerê terorê bike, lê belê baştirîn bijarde ev e ku Rûsya û rojava cudahiyên xwe danin aliyekê û pêkve şerê terorê bikin û terorê jinav bibin.”
Serokwezîrê Rûsyayê herwiha got: “Ev şerê ku niha heye, şerek e ku li dijî hemû şaristaniyên cîhanê hatiye ragihandin, he rji ber wê jî metirsî (xeter), metirsiyek cîhanî ye û metirsiyek rasteqîn e.”
Di heman korbendê de, Serokê Amerîkayê Barack Obama derbarê aloziyên Sûriyê, şerê li dijî terorê li deverê û cîhanê kir û rexne li siyaseta Rûsya ya li Sûriyê girt.
Barack Obama ragihand: “Pêwsît e Rûsya giringiya ku dide piştgîriya Beşar Esed bighuhere bo jinavbirina DAIŞê.”
Obama got: “Pirsgirêka ku di êrişên Rûsya yên li Sûriyê de heye ev e ku li dewsa ku Rûsya DAIŞê bike armanc, ku gef e bo ser Amerîka, Ewropa û Rûsya bi xwe jî, hewl bo bihzêkirin û piştevanîkirin li Beşar Esed dide. Wê yekê jî bi rêya bi armanc girtina komên dijberên neyarên desthilata Esed dike.”
Rûsya di roja 30ê Îlona îsal de dest bi operasyonên xwe yên esmanî li Sûriyê kir. Moskowê ragihand, ku li ser daxwaza Serokê Sûriyê Beşar Esed balafirên Rûsyayê dest bi operasyonan kirine.
Li gor agahiyên Wezareta Bergirî ya Rûsyayê, balafirên şer ên wî welatî heya niha 2 hezar û 289 êrişên emsanî li Sûriyê pêk anîne û di wan êrişan de 4 hezar û 111 navendên rêxistinên tundrew hatine bombebarankirin.
Êrişên emsnaî yên Amerîkayê jî ji Îlona sala 2014ê ve dets pê bûne û li gor agahiyên ji rayedarên leşekrî yên wî welatî, ji destpêka êrişan ve zêdetirî 8 hezar êriş li dijî DAIŞê hatine encamdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse