Îtalya: Herêma Kurdistanê ji bo aramiya herêmê girîng e

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî û Antonio Tajani / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî û Antonio Tajani / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Antonio Tajani Îtalya Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani ragihand ku Herêma Kurdistanê ji bo aramiya herêmê faktoreke girîng e.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani civiyan.

Di civînê de bipêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê yên bi Îtalyayê re di warên cuda de hat gotûbêjkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî spasiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê yên ji bo alîkarî û piştgiriya Îtalyayê anî zimên.

Nêçîrvan Barzanî her wiha girîngiya parastina aramiyê ya li herêmê ducare kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani jî tekezî li ser domandina piştgiriya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê kir.

"Faktoreke aramiya herêmê ye"

Antonio Tajani ji Serokê Herêma Kurdistanê re ragihand ku welatê wî bi girîngî li pêgeha Herêma Kurdistanê dinêre û wê wekî faktoreke aramiya herêmê dibîne.

Tajani her wiha nîşan da ku Îtalya amade ye hevkariya xwe ya hevbeş a bi Îraq û Herêma Kurdistanê re berfireh bike.

Qala rewşa Rojhilata Navîn hat kirin

Di beşeke din a civînê de, qala rûdanên dawî yên li Rojhilata Navîn û encamên wan hat kirin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya kêmkirina aloziyan û parastina aştî û aramiyê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst