Li Amerîkayê êrişa li mizgeftê, 3 kes hatin kuştin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Êriş Mizgeft San Diego
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê San Diegoyê yê li başûrê eyaleta Californiayê ya Amerîkayê di êrişeke li ser mizgeftekê de herî kêm 3 kes hatin kuştin.

Polîsan diyar kir ku du êrişkarên 17 û 18 salî piştî êrişê di nav otomobîlekê de mirî hatine dîtin ku wan xwe kuştiye.

Berpirsê Polîsên San Diegoyê Scott Wall ragihand ku tîmên wan li ser bûyerê wekî "sûcê kîn û nefretê" lêkolînan dikin çimkî di êrişê de hinek nîşan û dirûşmên kîndariyê hatine dîtin.

Bûyer çawa qewimî?

Berpirsê polîsan da zanîn ku du demjimêran berî êrişê, dayîka yek ji gumanbaran telefonî polîsan kiriye û gotiye ku kurê wê dixwaze xwe bikuje, her wiha hinek çek û otomobîla xwe jî birine.

Hêzên polîsan destpêkê ji bo dîtina wî ciwanî çûne derdora dibistana wî lê pişt re agahî ji wan re hatiye şandin ku li "Navenda Îslamî ya San Diegoyê" êrişeke çekdarî heye.

Polîs tenê di nav 4 xulekan de gihiştiye cihê bûyerê û li ber mizgeftê termên 3 kesan dîtine.

Qehremaniya parêzvan

Yek ji her sê kesên ku li ber mizgeftê hatine kuştin parêzvanê navenda Îslamî bûye.

Polîsan diyar kir ku tevgera wî parêzvanî "qehremanane" bûye çimkî wî bi berxwedan û parastina xwe rê li ber mirina zêdetirî kesan girtiye û jiyana gelek kesan rizgar kiriye.

Nasnameya her du kesên din ên hatine kuştin hîn nehatiye ragihandin.

Piştî êrişê ciwanên çekdar reviyane lê polîs otomobîla wan çend kolan dûrî mizgeftê di nîvê kolanekê de dîtine.

Polîsan diyar kir ku ti rûbirûbûnek di navbera polîsan û êrişkaran de çênebûye û wan ciwanan bi guleyan dawî li jiyana xwe aniye.

Betekên li ser êrişê

Meleyê Mizgeftê: Meleyê mizgeftê Teha Hesen piştrast kir ku hemû mamoste û zarokên li dibistana mizgeftê bi silamet in û got: "Armancgirtina cihên îbadetê kiryareke pir qirêj e, em ji bo malbatên qurbaniyan duayan dikin."

Donald Trump: Serokê Amerîkayê ev bûyer wekî "rewşeke pir xeter û xerab" pênase kir.

Şaredarê New Yorkê: Zohran Mamdanî (ku yekem şaredarê Misilman ê bajarekî mezin ê Amerîkayê ye), êriş wekî "tundiya li dijî Misilmanan" pênase kir. Mamdanî ragihand ku ji bo parastina jiyana nimêjkeran, wan hejmara polîsên li derdora mizgeftên New Yorkê zêde kiriye.

Parêzgarê Californiayê: Gavin Newsom dilgiraniya xwe ya kûr anî zimên û got, "Kîn û nefret li Californiayê bi cih nabe. Em li hemberî kiryarên terorîstî yên li dijî bawermendan bêdeng namînin. Em li kêleka civaka Misilmanên San Diegoyê ne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst