Amnesty: Li cîhanê rêjeya îdamê ji sedî 78 zêde bûye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Îdam Bidarvekirin Îran Çîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) ragihand ku li seranserê cîhanê rêjeya darvekirinê ji sedî 78 zêde bûye û gihiştiye asta herî bilind a piştî sala 1981ê.

Di darvekirinan de Çîn, Îran û Erebistana Siûdî di rêza pêşîn de ne.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî rapora xwe ya "Cezayên Mirinê û Înfazên 2025an" belav kir.

Li gorî raporê, 2025an li 17 welatan bi giştî 2 hezar û 707 kes hatine darvekirin.

Ev hejmar wekî rekora herî bilind a 44 salên dawî hatiye tomarkirin.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku darvekirin li gorî salek beriya wê ji sedî 78 zêde bûne.

Tê gotin ku di vê zêdebûnê de rola sereke ya wan welatan heye ku darvekirinê wekî amûreke çavtirsandinê bi kar tînin, bi taybetî Çîn, Îran û Erebistana Siûdî.

Li aliyê din, Amnestyê bal kişand ser wê yekê ku li zêdetirî du ji sê parên welatên cîhanê, cezayê mirinê yan bi qanûnî yan jî di pratîkê de hatiye betalkirin.

Sekretera Giştî ya Şaxa Almanyayê ya Rêxistina Efûyê Julia Duchrowê derbarê mijarê de got:

"Cezayê mirinê şêwazê herî giran ê tundiya dewletê ye. Ew kiryareke dijmirovî ye û vegera wê nîne.

Di vî cezayî de ji bo serastkirina şaşiyan yan jî ji bo dadperweriyê ti derfeta duyem nîne.

Serîlêdana hikûmetan a ji bo vê rêbazê, nîşaneya bêrêziyeke bixof a li hemberî mafê jiyanê ye."

Li Îranê înfaz du qat zêde bûne

Duchrowê destnîşan kir ku dewlet cezayê mirinê bi awayekî sîstematîk ji bo bêdengkirina mixalefetê û belavkirina tirsê bi kar tînin û Îran wekî mînaka herî berbiçav nîşan da.

Duchrowê ev rewş wekî "bikaranîna neheq a desthilatê" û "êrişeke li dijî mirovahî û dewleta hiqûqê" pênase kir.

Tenê li Îranê 2025an herî kêm 2 hezar û 159 kes hatine darvekirin.

Ev hejmar nîşan dide ku înfaz li gorî salek beriya wê du qat zêdetir bûne.

Li Erebistana Siûdî jî herî kêm 356 kes hatine darvekirin.

Li gorî raporê, hejmara darvekirinan li Amerîkayê ji 35an derketiye ji sedî 47an, li Sîngapûrê ji 9an bûye 17, li Misirê ji 13an bûye 23 û li Kuweytê jî ji 6an derketiye 17an.

Welatên din ên ku 2025an cezayê sêdarê bi cih anîne ev in: Afganistan, Îraq, Japonya, Yemen, Koreya Bakur, Somalî, Sûdana Başûr, Taywan, Îmarat û Vîetnam.

Darvekirin bi rêyên serjêkirin, sêdarê, derziya jehrî, gulebaran û xeniqandina bi gaza nîtrojenê hatine pêkanîn.

Daneyên Çînê “Sirên dewletê” ne

Rêxistina Efûyê destnîşan kir ku hejmarên darvekirinên 2025an daneyên Komara Gel a Çînê li xwe nagirin çimkî li Çînê agahiyên derbarê darvekirinê de wekî "sirên dewletê" tên parastin.

Lê belê Rêxistina Efûyê texmîn dike ku Çîn welatê ku herî zêde cezayê darvekirinê bi kar tîne ye û her sal bi hezaran kes lê tên darvekirin.

Ji her du darvekirinan yek jê ji ber madeyên hişbir e

Li gorî raporê, ji sedî 46ê darvekirinên li cîhanê bi tawanên madeyên hişbir ve girêdayî ne.

2025an ji hezar û 257 darvekirinên têkildarî madeyên hişbir; 998 jê li Îranê, 240 li Erebistana Siûdî, 15 li Sîngapûrê û 2 jî li Kuweytê pêk hatine.

Hat ragihandin ku hinek welat hewl didin çarçoveya cezayê mirinê ji bo tawanên madeyên hişbir berfirehtir bikin.

Li Cezayîr, Kuweyt û Maldîveyê ji bo vê yekê amadekariyên qanûnî tên kirin.

Li welatên wekî Burkîna Faso û Çadê jî tê plankirin ku cezayê darvekirinê ji bo tawanên wekî "îxaneta li welêt", "teror" û "sîxuriyê" ji nû ve were vegerandin.

Duchrow: Darvekirina ji ber madeyên hişbir li dijî hiqûqê ye

Julia Duchrowê bi bîr xist ku li gorî pîvanên navneteweyî, cezayê mirinê tenê ji bo tawanên "herî giran" dikare were dayîn û got:

"Cezayê mirinê bi her awayî rûmeta mirovahiyê bin pê dike lê darvekirina mirovan ji ber madeyên hişbir, binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî ye.

Ev kiryar ne tenê li dijî qanûnan e, di heman demê de dijmirovî ye jî."

Welatên ku cezayê darvekirinê bi kar tînin kêm dibin

Tevî zêdebûna darvekirinan a li Rojhilata Navîn, li ser asta gerdûnî welatên ku cezayê mirinê bi kar tînin her ku diçe dibin kêmîne.

Sala 2025an li Ewropa û Asyaya Navîn ti darvekirin pêk nehatiye.

Li parzemîna Amerîkayê jî 17 sal in ku tenê Amerîka darvekirinan pêk tîne.

Li Afrîkayê jî ji 45 welatan tenê li 3yan cezayê darvekirinê hatiye bi cih anîn.

Di raporê de behsa gavên erênî jî hatiye kirin.

Li Vîetnam û Gambiyayê cezayê mirinê ji bo hinek tawanan hatiye rakirin.

Li Libnan û Nîjeryayê ji bo rakirina cezayê mirinê xebatên qanûnî dest pê kirine.

Li Qirgizistanê jî Dadgeha Destûra Bingehîn hewildanên vegerandina mirinê wekî "li dijî qanûna bingehîn" pênase kir.

Julia Duchrowê destnîşan kir ku dema wan sala 1977an dest bi xebatan kir, tenê li 13 welatan darvekirin hatibû qedexekirin û got:

"Îro ev hejmar gihiştiye 113an. Welatên ku cezayê darvekirinê didin her diçe tenê dimînin

Li cîhanê nêrîna ku darvekirin hovane û bêbandor e bi hêz dibe. Di serdema me de cihê darvekirinê nîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst