Şervana kurd ji ber şerê DAIŞê tê darizandin

19-12-2016
RÛDAW
Nîşan Ciwan Palanî Danimarka Dadgehkirin YPG Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şervana Kurd a hemwelatiya Danimarkayê Ciwan Palanî ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê tevlî hêzên Kurdî bûye û şerê rêxistina DAIŞê kiriye li bajarê Kopenhaga Danimarkayê dane dadgehê.


Şervana kurd Ciwan Palanî ya 23 salî dema li Zanîngeha Kopenhagê ji beşa Siyaset û Fesefeyê derçû biryar da li Rojhilata Navîn şerê DAIŞê bike.


Ciwan Palanî ji bo ku tevlî hêzên kurdî bibe û şerê DAIŞê bike di sala 2014an de tê Başûrê Kurdistanê û piştre derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe. Ciwan di nav refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de 6 mehan şerê DAIŞê dike û piştre dîsa vedigere Başûrê Kurdistaqnê.


Li Başûrê Kurdistanê jî Palanî tevlî Hêzên Pêşmegeyên Kurdistanê dibe û piştî 6 mehan bi demkî destûrê distine vedigere Danimarkayê.


Palanî dema ji bo dîtina malbata xwe vegeriya Danîmarkayê polîsan dest danî ser pasaporta wê û derketina derveyê welat lê qedexe dikin.




Keça kurd li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku sibê (20 Kanûnê) dê li Kopenhangê bi hêceta “endabûna rêxistina çekdarî ya deryasayî” were darizandin.


Ciwan Palanî wiha got: “Ez nizanim çawa çê dibe, ku ez wekî DAIŞiyan têm darizandin. Ez vê yekê fêm nakim. Ez ji bo Danimarkayê ne gef im. Min û endamên rêxistina terorîst wekî hev dihesibînin, lê Danimarka perwerdeya leşkerî û alîkariyê dide hêza ku ez tevlî bûme.”

Hem bav û hem bapîrê Ciwan Palanî di heyam xwe de pêşmergetî kirine. Neteweyên Yekbûyî beriya 30 salan malbata Palanî ji kampa Rûmadî ya Iraqê veguhastibû Danimarkayê.


Danimarkayê di sala 2015an de ji bo “şervanên biyanî” yasayeke nû derxistibû. Li gorî wê yasayê polîs dikarin dest danin li ser kesên ku li Iraq û Sûriyê tevlî şerî bibin.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst