Trump stratejiya nû ragihand

19-12-2017
RÛDAW
Serokê Amerîkayê Donald Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump
Nîşan Amerîka Stratejî Donald Trump Îran Koreya Bakûr Iraq Sûriye
A+ A-

Washington (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump, xalên serekî yên stratejiya nû ya ewlehiya niştîmanî ya welatê xwe ragihand û got, ku him di warê abûrî û him di warê serbazî de, ewê Amerîkayê bihêz bikin.

 

Trump, Îran û Koreya Bakûr weke “gefên li ser Amerîkayê” binav kir û da zanîn, ku ewê rûbirûyê wan dewletan bibin.

 

Roja Duşemê 18-12-2017, Serokê Amerîkayê Donald Trump, deqa stratejiya nû ya ewlehiya niştîmanî ya Amerîkayê ragihand, ku ji 65 rûpelan pêk dihat. Paşî di gotarekî de behsa xalên serekî yên vê stratejiyê kir.

 

Trump di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir, ku gel ew hilbijartiye da ku Amerîkayê mezintri bike û got: “Min soz daye, ku rêveberiya min, berjewendî û silametiya gelê Amerîkayê bixe pêşiya hemû tiştekî.”

 

Derbarê hebûna DAIŞê li Sûriye û Iraqê de Trump got, ku di qada şer de DAIŞ li van herdu welatan hatiye têkbirin lê heta ev rêxistin bi temamî were xilaskirin dê tekoşîna xwe bidomînin.

 

Serokê Amerîkayê li ser stratejiya xwe Amerîkayê ya li hember Iraqê jî diyar kir: “Emê hevbeşiya xwe ya stratejîk li gel Iraqekî serbixwe û bi hêz, berdewam bikin.”

 

Di gotara xwe de Trump hikûmeta Sûriyê bi bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gelê xwe tometbar kir û got: “Ev jî binpêkirina yasayên navdewletî ye. Em li pey çareseriyeke navxwe ya ji bo şerê Sûriyê ne. Em kar dikin ku çareserî pêkwere û penaber vegerin malên xwe.”

 

Derbarê Îran û Koreya Bakûr de Trump got: “Dîktatoriya Îran û Koreya Bakur gef in li ser Amerîkayê û hevpeymanên me. Herwiha êşê didin gelên xwe û emê rûbirûyê wan bibin.”

 

Serokê Amerîkayê da xuyakirin, ku Îran piştgiriyê dide grûbên terorê û bi eşkere daxwaza wêrankirina Amerîkayê dike.

 

Trump got: “Hêj gelek tiştên ji bo dorpêçkirna Koreya Bakur bên kirine hene. Divê ev rejîm nebe gef ji dinyayê re.”

 

Donald Trum gefên sîberî jî wek gefên nû yên li dijî ewlehiya nîştîmanî ragihand.

 

Di axaftina xwe de Donald Trump 4 prensîbên stratejiya ewlehî ya nîştîmanî jî wiha rêz kirin:

 

“Beriya hemû tiştan stratejiya me ya nû dê ewlekariya sînoran bike xala serekî. Prensîba duyemîn, parastina aramî û bihêzkirina Amerîkayê ye. Ya sêyemîn, parastina aştiya cîhanê û bilindkirina hêz û bandora Amerîkayê li cîhanê ye.

 

Nivîsîn: Necmî Salih

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst