Koşka Spî: Trump dikare aştiyê bînê herêmê

08-07-2025
Diyar Kurde
Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt / Wêne: Arşîv
Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt / Wêne: Arşîv
Nîşan Amerîka Îran Rojhilata Navîn Donald Trump
A+ A-

Washington (Rûdaw) - Berdevka Koşka Spî ji Rûdawê re got ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, "kesê herî guncav" e ku aştî û aramiyê bîne Rojhilata Navîn.

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê di konferanseke rojnamegeriyê de bersiv da pirsa Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihandibû ew di wê baweriyê de ye ku Donald Trump dikare ji aştî û şer yekê hilbijêre.

“Serok kesê guncav e”

Diyar Kurde ev daxuyaniyê Karoline Leavittê pirsî û wê jî got:

"Ez ne bawer im ku Serok ew daxuyanî dîtibe lê bê guman ez di wê baweriyê de me ku ev rast e, Serok kesê guncav e ji bo ku di paşerojê de aştî û aramiyê li herêmê pêk bîne."

Leavittê her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku Trump û tîma wî ya ewlehiya neteweyî rojane di çarçoveya pêkanîna aştî û aramiya li cîhanê de kar dikin û got, "Me di vî warî de destkeftên dîrokî bi dest xistine."

Şerê Îran û Îsraîlê 13ê Hezîranê de bi êrişa Îsraîlê dest pê kiribû.

Amerîka jî di 22yê Hezîranê de tevlî şer bûbû û êrişî ser santralên nukleer ên Îranê yên Fordo, Netenz û Îsfehanê kiribû.

Trump Piştî bidawîbûna şer ragihandibû ku Îran ji bo dan û standinan amade ye û dê di demeke nêzîk de gotûbêj li gel Tehranê ji nû ve dest pê bikin.

Lê belê berpirsên Îranê ev yek red kiriye û dibêjin ku wan ti dem ji bo destpêkirina gotûbêjan diyar nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst