Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê ji Rûdawê re ragihand ku ji bo lêpirsîna li gel berpirsên binpêkariyan Washington piştgiriyê dide hikûmeta demkî ya Sûriyeyê.
Tammy Bruceyê her wiha got, "Tiştekî wan heye ku ne her kes xwediyê wê ye, ew jî hêz û handana gelê Amerîkayê û Serokê Amerîkayê ye.”
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce di konferanseke rojnamegeriyê de bersiva pirsa Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde da.
Bruceyê amaje pê kir ku Amerîka haydar e ji wan raporên ku behsa tevlêbûna hejmarek komên çekdar ên ser bi Şamê ve di tundûtûjiyên başûrê Sûriyeyê de dikin û got:
"Dibe ku (ew kom) rasterast ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve neyên birêvebirin."
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê derbarê daxwaza Şamê ya ji bo lêpirsîna li gel wan koman got:
"Ka gelo daxwaz û şiyana wan heye yan na, dê ji bo me diyar bibe.
Tiştekî wan (Hikûmeta Sûriyeyê) heye ku ne her kes xwediyê wê ye, ew jî hêz û handana gelê Amerîkayê û Serokê Amerîkayê ye.”
Tammy Bruceyê pesnê Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û barên Sûriyeyê Tom Barrack da û got ku ew yek ji dîplomatên wan ê herî baş e.
Bûyerên Siwêdayê 13ê Tîrmehê dest pê kiribûn, ev jî piştî ku Durziyên parêzgehê ragihandibûn ku Erebên bedewî sebzefiroşekî Durzî revandine.
Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê piştgirî dabû Erebên bedewî.
20ê vê mehê li ser daxwaza Amerîkayê li bajêr agirbest hat ragihandin, Erebên bedewî vekişiyan û hêzên hikûmetê li çend deveran hatin bicihkirin.
“Top li qada Îranê ye”
Derbarê civîna çaverêkirî ya Îranê ya li gel Almanya, Brîtanya û Fransayê ya li Stenbolê Bruceyê ragihand ku top li qada Îranê de ye.
Tammy Brucyê di bersiva pirseke din a Rûdawê de ku gelo Amerîkayê ti demê ji bo vegera Îranê ya li ser maseya gotûbêjan destnîşan kiriye yan na, got:
"Wekî ku Serok (Trump) gotiye, gelê Îranê dê ji dan û standinên bi niyetpak sûdê wergire, top li qada wan e.”
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê her wiha amaje pê kir ku derfetek li ber destê serkirdayetiya Îranê heye ku ji bo gelê xwe rêya aştî û xweşguzeraniyê hilbijêre û ducare kir, “Em jî amade ne ku rasterast bi Îraniyan re biaxivin.”
Bruceyê tekezî li ser hevahengiya nêzîk a di navbera Amerîka û hevbeşên wê yên Ewropî de kir.
Pirs û bersivên Rûdawê û Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê:
Rûdaw: Spas Tammy, te behsa wê yekê kir ku hûn daxwazê ji Hikûmeta Sûriyeyê dikin ku gav bavêje û kesên ku beşdarî binpêkariyan li Sûriyeyê bûne, berpirsyar bigire. Hûn bi temamî bawer in ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê xwedî şiyan û daxwaz e ku wan kesan berpirsyar bigire, di nav wan de ew komên ku ser bi wan ve ne?
Tammy Bruce: Belê, em dizanin. Bê guman em ji wan raporan haydar in, em haydar in ku hin kesên ku dibe pêwendiya wan hebe lê ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve neyên birêvebirin, dibe ku beşek ji wan karan bin. Ka gelo daxwaz û şiyana wan heye yan na, dê ji bo me diyar bibe. Tiştekî wan heye ku ne her kes xwediyê wê ye, ew jî hêz û handana gelê Amerîkayê û Serokê Amerîkayê ye. Balyoz Barrack yek ji herî başê me ye. Ji ber vê yekê ew xwedî wê piştgiriyê ne. Bê guman, gavên me jî dê ji bo alîkarî û hêsankirina wê pêvajoyê bin. Li vir e ku ji bo me diyar dibe ka di hundirê mirovan de çi heye û ew dikarin çi bikin.
Rûdaw: Pirsa duyem derbarê Îranê ye. Îran û sê welatên Ewropî dawiya vê hefteyê li ser pirsa atomî li Stenbolê dicivin. Amerîka ti hêviyekê bi wê civînê heye? Gelo we dawiya meha Tebaxê wekî dema dawî ji bo Îranê diyar kiriye ku vegere ser maseya gotûbêjan û rêkeftina atomî bike?
Tammy Bruce: Wekî ku Serok (Trump) gotiye, gelê Îranê dê ji danûstandinên bi niyetpak sûdê werbigire, top di qada wan de ye. Derfetek li ber destê serkirdayetiya Îranê heye ku ji bo gelê xwe rêya aştî û xweşguzeraniyê hilbijêre, her wiha em jî amade ne ku rasterast bi Îraniyan re biaxivin. Digel vê yekê, hevahengiya me ya nêzîk bi hevbeşên me yên di koma E3 [Almanya, Brîtanya, Fransa] de heye. Ji bo agahiyên zêdetir derbarê tiştên ku di wê civînê de diqewimin, em we arasteyî hevbeşên xwe yên Ewropî dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse