Dusseldorf (Rûdaw) - Keçeke Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ku li Almanyayê dijî, bi projeyeke online cilên Kurdan digihîne hemû cîhanê û di demeke kurt de bûye markayeke naskirî.
Dilba Altun a 27 salî, bi navê "Dil Fistan" projeyeke online ji bo nasandin û firotina cilên Kurdan damezirandiye.
Ji zehmetiyê derfet afirand
Fikra projeyê ji wê yekê derket ku wê bi xwe li Almanyayê di peydakirina cilên Kurdan de zehmetî dikişand.
Vê yekê ew teşwîq kir ku dest bi projeya xwe ya online bike û niha "Dil Fistan" bûye markayeke naskirî.
Dilba Altun ku beşdarî bernameya Diyasporayê ya Rûdawê bû, diyar kir ku cilên wê li bajarên Bakurê Kurdistanê û Hewlêrê tên dirûtin.
Wê got ku ew berhemên xwe ji hemû welatên cîhanê re dişîne.
Girîngî dide çand û zimanê Kurdî
Dilba Altun ku di heman demê de mamosteya felsefe û zimanê Îngilîzî ye, girîngiyeke mezin dide çand û nasnameya Kurdan.
Wê di zarokatiya xwe de baş nedikariya bi Kurdî biaxive lê ev 5 sal in hewl dide û niha bi Kurdiyeke rewan diaxive.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse