Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Asayişa Niştîmaniya Amerîkayê, John Bolton di konferanseke rojnamevanî de li Orşelîmê ragihand, ku guhertina rêjîma Iranê ne siyaseta Amerîka ye, lê ew dixwazin reftarên wî welatî biguherin.
John Bolton herwiha got, ku rêkevtina etomî bandorên xirab ên aborî çêkiribû û wê “rêkevtina xirab” jiyaneke nû dabû rêjîma Iranê.
Derbarê hebûna hêzên Îranê li Sûriyê de jî Bolton da ragihand, armanca wan ya sereke li Sûriyê têkşikandina DAIŞê ye û got, divê Îran ji Sûriyê derkeve.
Şêwirmendê Asayişa Niştîmaniya Amerîkayê tekez kir, ku guhertina rêjîma Iranê ne siyaseta Amerîkayê ye, lê ew dixwazin reftarên wê biguherin.
Bolton destnîşan kir: “Tenê bila em zelal bin, guherîna rejîma Îranê, siyaseta Amerîkayê nîne, lê ya ku em dixwazin, guhertineke mezin e di tevgerên wê rejîmê de. Di nava tiştên din de jî derbarê siyasetên derveyê îdareyê de, çend heftî piştî vekişîna serok ji rêkevtina ligel Îranê, di dauxyaniyekê de ji aliyê wezîr Pompeo li Saziya Heritage, siyaset hatin pêşkêşkirin, aboriya Îranê bi şêweyekê xirab hatiye birêvebirin, bandorên wê yekê jî li ser wî welatî tê zanîn. Rêkevtina etomiya Îranê bandorên bi xirabî birêvebirina aboriya wî welatî kêm kiribû û herwiha jiyaneke nû dabû wê rejîmê. Sermayeya nû jibo bernameya etomî û mûşekên balistîk û piştevaniya li çalakiyên terorîstî û çalakiyên serbazî dihat bikaranîn.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse