Obama li dijî Trump dest bi kampanya hilbijartinê kir

22-10-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di demekê de ku berbijêrê Demokratan bo hilbijartina serokatiya Amerîkayê, Joe Biden amadekariyan dike bo dîbeyta dawî ya hilbijartinên serokatiya Amerîkayê ku dê li Nashville birêve biçe, Serokê Berê yê Amerîkayê Barack Obama li Philadelphia dest bi kampanya hilbijartinê kir û ji xelkê xwest dengê xwe bidin Biden.

Di yekem derketinê de Obama, rexneyên dijwar li Berbijêrê Komariyan û Serokê Amerîkayê Donald Trump girtin û got, ew tenê bi belavkirina Twittan ve mijûl e û tiştek derbarê bahora Coronayê de nekiriye bo rizgarkirina Amerîkiyan.

Derbarê aboriya Amerîkayê de jî Obama got: “Donald Trump dema bû serokê Amerîkayê aboriyeke bihêz li ber destê wî bû, lê nikarî ligel tevbigere. Ji xeynî wê jî di tevgera ligel Coronayê de, di pirsa regezperestî û pirsên din jî şikest û ne kesekî maqûl e heta wek serokê Amerîkayê berdewam be.”

Obama got: “Temaşe bikin, min fam kir ku ev serok dixwaze bi xwe sûdê ji wê aboriya bihêz bibîne ku bo wî bicîh maye, wî bahora Coronayê paşguh xistiye, lê divê bizanin, Joe bi awayê wî kar nake. Belavkirina twittan tiştekî naguhere, zêde axaftin jiyana xelkê baştir nake. Divê plana te hebe bo karkirinê. Lê ligel wê ezmûna xwe ya ku heye planeke diyar a konkretî ya Joe Biden heye û xwediyê siyasetekê ye bo guhertina nerîna me derbarê welatekî baştir, dadperwertir û bihêztir de.”

Hilbijartinên serokatiya Amerîkayê dê di 3ê Mijdara 2020an de bên lidarxistin û heta niha dengdana pêşwext li çend eyaletan hatiye encamdan û nêzîkî 30 milyon kesan deng dane.

Li gor rapirsiyên ku li Amerîkayê hatine kirin, Joe Biden bi çend xalan li pêş Trump e, lê egera wê yekê heye ku di rojên dawî de her tişt biguhere û encama hilbijartinan ne weke rapirsiyan be.

Piştî nêzîkî 50 salan ji ezmûna siyasî, Joe Biden ê temen 77 salî hewla bidestxistina xewna xwe ya dîrokî dide, ku ew jî bidestanîna posta serokatiya Amerîkayê ye.

Joe Biden dibêje: Ez weke demokratekî serbilind berbijêr bûme, lê ez dê weke serokekî Amerîkî desthilatdariyê bikim.

Biden pêştir senator û cîgirê serok bûye, di salên 1988 û 2008 de jî bûbû berbijêrê posta serokatiya Amerîkayê, lê belê serkeftî nebûbû û ji rikeberiyan vekişiyabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst