Li Brîtanyayê hişyarî ji bo Kurdan: Xwe ji karên neyasayî dûr bigirin

2 demjimêr berê
Hêmin Ebdullah
Polîsên Brîtanyayê / Wêne: Arşîv
Polîsên Brîtanyayê / Wêne: Arşîv
Nîşan Brîtanya Diyaspora
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Hikûmeta Brîtanyayê yekîneyeke nû ya ewlehiyê ava kiriye û Endamê Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê Seyid Hewramî hişyarî da Kurdên li wê derê û got, “Xwe ji karên neyasayî dûr bigirin.”

Budceya vê yekîneyê 30 milyon pound (sterlîn) e û 75 efser tê de cih digirin.

Armanca vê yekîneyê ew e ku çavdêriya karsaziyên biçûk ên wekî supermarket, salonên porbirînê, firoşgehên cixareyên elektronîk û şîrînahîfiroşan bike.

Karên vê yekîneyê li 4 herêman dest pê dikin.

Ev herêm Manchestera Mezin, West Midlands, Essex û Kent in.

Gelek Kurdistanî li van herêman dijîn û xwediyên kargeh û xwaringehan in.

Spîkirina pereyan û karên neyasayî

Li gorî hikûmeta Brîtanyayê, ji van kargehan salane nêzîkî milyarek pound tê spîkirin.

Her wiha bac nayê dayîn û bazirganiya madeyên hişbir û koçberiya neyasayî bi rêya wan tê kirin.

Endamê Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê Seyid Hewramî bû mêhvanê bernameya Diyasporayê ya Rûdawê.

Seyid Hewramî ragihand ku nabe ev mijar were giştîkirin.

Wî diyar kir ku ne hemû xwedîkarên Kurd ên li Brîtanyayê tevlî karên neyasayî dibin.

“Xwe ji karên neyasayî dûr bigirin”

Seyid Hewramî da zanîn ku yekîneya nû zêdetir çavdêriya salonên porbirînê, şûştingehên otomobîlan û firoşgehên cixare û vapeyan dike.

Wî bangî xwedîkarên Kurd kir ku xwe ji karên neyasayî dûr bigirin.

Li Bristolê êrişa nijadperest

Seyid Hewramî li ser êrişa jineke nijadperest a li ser porbirrekî Kurd ê li bajarê Bristolê jî axivî.

Wî eşkere kir ku qurbanî werzişvan bûye û wî xwe parastiye û êrişkar rawestandiye.

Her wiha hat diyarkirin ku êrişkar, endama komeke rastgir a tundrew bûye û bi 19 sal cezayê zindanê hatiye cezakirin.

Li gorî gotina qurbaniyê Kurd, ew jinik li dû her kesekî "serreş" û Misilman geriyaye.

Lê wî ew rawestandiye da ku zererê negihîne kesên din.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst