Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin Komara Qibrisê wek bertek û tolhildana vekirina Varoşa (Maraş) Girtî piştî 46 salan, pasaporten siyasetmedarên Tirkên Qibrisê ku di nav wan de Serokkomarê Qibrisa Bakur Ersin Tatar jî hene betal kir.
Qibrîsê pasaportên hemû siyasetmedarên Tirk ên ku pêvajoya vekirina Varosha Girtî birêve birine, pasaporta wan ya Komara Qibrisê betal kir. Serokkomarê Qibrisa Bakurê Ersîn Tatar jî di nav wan siyasetmedaran de ye ku pasaporta wan hatiye betalkirin.
Komara Qibrisê sedema betalkirina pasaportan wek “pêngaveke li dijî yekîtiya ax û serxwebûna Komara Qibrisê” da nîşandan.
Serokwezîrê Qibrisa Bakur Ersan Saner pêngavê komara Qibrisê wek "biryarek dijminane" binav kir.
Saner Got “Di derbarê vê biryara ku Komara Qibrisê bi navê dijminatiyê daye, ez dixwazim eşkere bikim ku divê ew dîsa bifikirin”
Hin deverên Varosha, di Cotmeha sala borî de piştî 46 salan ji bo serdanê hatibû vekirin. Varosha ango Maraşa Girtî, ku wekî "Bajarê Xeyelet" tê zanîn û ji operasyona Tirkiyê ya li dijî Qibrisê ve hatî girtin, berê girîngtirîn herêma geştyarî û şahiyê ya giravê bû.
Di dema pêşdeçûna leşkerên Tirkiyê ya sala 1974an de, 15 hezar kesên Rûm ku li Varosha dijiyan ji malên xwe derketin û dever bi têlan hat dorpêçkirin û wek herêmeke leşkerî hat ragihandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse