Navenda Nûçeyan – Dadgeha Bilind a Madrida Spanyayê derbarê 25 siyasetmedarên Katalan de, bi tohmetkirina “serhildan û bêtaetiya dewletê, pereyê ku jê re hatiye hiştin ji xwe re kirine mal” doz vekir.
Katalonya di 1ê Cotmeha 2017an de referandûma serxwebûnê bi rê ve biribû û 27 Cotmehê de jî serxwebûna xwe ragihandibû. Heman rojê hikûmeta navendî ya Spanya hikûmeta Katalonyayê hilweşandibû û hejmarek ji berpirsên wê herêmê girtin.
Dadgeha Bilind a li Madridê derbarê 25 siyasetmedarên Katalan de doz vekir. Eger ku tohmeta li ser wan bên îspatkirin, dibe ku ji bo her yekê biryara heta 30 sala cezayê zîndaniyê bê dayîn.
Piştî ragihandina biryara doze îro li Katalonyayê 5 siyasetmedar hatin desteserkirin.
Xelkê Herêma Katalonyayê li ser biryara Dadgeha Madridê li Barcelonayê xwepêşandan saz kirin û dirûşmên li dijî hikûmeta navendî berz kirin.
Polîsan midexaleya girse kir û herî kêm 20 kes birîndar bûn.
Herêma Xweser a Katalonya ku dikeve rojhilatê Spanyayê, ji bajarê Barcelona, Girona, Lleida û Tarragona pêk tê. Nifûsa wê 7.5 milyon e. Herêmekê ji aliyê aborî ve bihêz e.



