Konferansa Civaka Kurdî li Almanya birêve diçe

25-11-2018
Zinar Şîno
Di konferansê de hejmareke kesayetên Kurd hatin xelatkirin
Di konferansê de hejmareke kesayetên Kurd hatin xelatkirin
Nîşan Almanya Stutgar Civaka Kurdî Îlhan Kizilhan
A+ A-

Stutgart (Rûdaw) - Bi amadebûna hejmareke siyasetvanên Kurd û Alman, Konferansa Komeleya Federasyona Kurdistaniyan li bajarê Stutgartaê Almanyayê birêve çû.

 

Armanca wê konferansê yekxistin û yekdengiya di karên komeleyên Kurdî de bûye û di vê çarçoveyê de jî hejmareke kesayetên Kurd hatin xelatkirin.

 

Serokê berê yê Komeleya Federasyona Kurdistaniyan Alî Ertan Toprak dîsa hatiye hilbjartin.Serokê Komeleya Federasyona Kurdistaniyan  Alî  Ertan Toprak behsa armanca wê komeleyê kir û ragihand ku ew dixwazin rol û karên xwe yên li Almanyayê pêşdetir bibin û bandora wan di biryarên berpirsan de hebe.


Alî  Ertan Toprak ji Rûdawê re wiha got: “Em dixwazin di paşerojê de li Berlîn baştir diyar bibin. Ev yek gelekî girîng e ku civaka Kurdî bigehe biryarsazan li Berlîn û pêwîst e li ser wan em bandorê bikin û ji wan re diyar bikin ku me li Almanya civakeke Kurdî ya bihêz heye. Piraniya me hemwellatiyên Almanyayê ne û dengdêrin.”


Duyzen Tekal, siyasetvan û rojnamevena Kurda Êzidî li Almanya yek ji xelatên salê werdigire.


Herwiha Prof. Dr. Îlhan Kizilhan jî kesayetikî  ku hemû Kurdên Almanyayê şanaziyê pê dikin û di warê psîkolojiyê de navdar e, alîkariya keç û jinên Kurdên Êzidî yên ji dest DAIŞ rizgar bûne dike, ji aliyê Komeleya Federasyona Kurdistaniyan ve hat xelatkirin. Kizilhan xelata xwe diyariyê keçekê ji DAIŞê rizgar bûye kir.


Îlhan Kizil wiha got: “Pêwîstiya mirovan bi hêviyê heye. Ew hêvî jî ji aliyê gel û siyasetmedarên me yên li Kurdistanê ne tên. Divê me hêviyeke baş bidin wan ku hêja ye li Kurdistanê bimînin û paşeroja wan dê baş bibe. Weke din em dizanin ku ew keç û jinên ketine di destê DAIŞê de rastî nexweşiyan bûne ew bixwe nikarin nexweşiyên xwe çareser bikin.”


Civaka Kurdî ya li Almanyayê dixwaze hewla berhevkirina hêz û şiyanên hejmara zor û hêza berbelav a Kurdên bûne beşek ji civaka Almanyayê rêkbixe 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst