Almanya - Dadgehê 10 meh ceza li Kurdekî birî

14-06-2025
Hêmin Ebdullah
Nîşan Almanya Kurd cezakirin
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Li Berlîna paytexta Almanyayê dadgehê 10 meh ceza li Kurdekî birî.

Di van salên dawî de Kurdên Almanyayê wisa hîn bûne ku nûçeyên dadgahan li vî welatî zêdetir ew bin ku Kurd di wan de qurbanî ne.

Wekî nimûne, endamekî kevin ê DAIŞê tê darizandin û tê cezakirin û xilasbûyên komkujiya Êzidiyan li dadgehê bi çavên xwe dibînin ka çawa dadpewerî zora stem û neheqiyê dibe.

Lê vê hefteyê çîrokeke Kurdî li dadgeheke Berlînê heye ku tê de Kurdek li ser zêrandina rojnamegerekî tê darizandin û cezakirin.

Ev kesê Kurd biraziyê kesekî ye ku li Almanyayê ne tenê navdar e lê derbarê jiyana wî ya tije evraz û nişîv û pêwendîdar bi tawankariya rêkxistî pirtûk li ser wî hatine nivîsîn û tewra dramaya televîzyonî jî li ser hatiye çêkirin.

Ew kes Mehmûd Elzeyn e ku ew bi xwe jî ji xwe re dibêje "Bavê ruhî yê Berlînê".

Ev jî wekî berawirdekê ye bi fîlmê navdar ê Amerîkî "The Godfather" an bavê ruhî ku çîroka serokê rêxistineke mafyayî vedibêje ku aliyekî wî yê mirovane û alîkarê xelkê jî heye û kes xwe li ber nagire.

Mehmûd Elzeyn her bi navê "Bavê Ruhî" pirtûkek di sala 2020î de weşand û dabaşa jiyana xwe li Almanyayê dike. Ew jiyana tije evraz û nişîv û tiştên ecêb û sosret.

Vê hefteyê, ji ber wî biraziyê wî çîroka Mehmûd careke din zindî bûye.

Rojnamegerekî saziya Spiegelê ya Almanyayê ew biraziyê Mehmûd kişandiye dadgehê.

Ew dibêje dema ku mijûlî lêkolîna li ser Mehmûd û endamên koma wî bûye (ku li gorî texmînan zêdetirî 15 hezar kesên Kurd û ne Kurd in û piraniya wan ew Kurdên Libnanê ne ku li Almanyayê dijîin), biraziyê Mehmûd kulmek li serûdevê wî xistiye û ew xewirandiye erdê.

Paşê ew rakirine nexweşxaneya navdar a Chariteyê ya Berlînê û hatiye dermnakirin.

Dosyeya biraziyê Mehmûd (bêyî ku navê wî bê eşkerekirin) li dadgehê ku pêr bi rêve çû, wisa hatiye xwendin ku temenê wî 42 sal e, li bajarê Berlînê jidayîk bûye lê belê Almaniya wî ne baş e.

Ti pîşeyeke wî nîn e û bi pareyên sosyalê dijî û hikûmet kirêya xaniyê wî dide.

Her di dosyeyê de hatiye ku ev mêrikê Kurd heya sala 2003yan, çend caran hatiye girtin û cezakirin.

Carekê bê molet şofêriya otomobîlê kiriye, careke din çeka bê molet pê re hatiye girtin, careke din kamyonek revandiye û carên din jî tometên dizî û azardana laşî ya kesên din li ser wî hatine çespandin.

Di dema darizandinê de mêrikê Kurd gotiye ku ew ne li ser hişê xwe bûye û ji ber rewşa xwe ya derûnî ya xirab destê xwe raweşandiye. Loma jî daxwaza lêborînê ji kesê rojnameger kiriye.

Kesê rojnameger jî gotiye, "Ew kulma ku te da hev û te rêk û pêk lap li jêr çavê min xist û te ez li ser erdê dûz kirim ne wekî ya kesekî bû ku ne li ser hişê xwe be û destê xwe raweşandibe."

Loma daxwaza wî ya lêborînê red kir û dadgehê jî 10 mehan cezayê girtîgehê lê biriye.

Mehmûdê apê kesê Kurd, di destpêka salên heştêyan de ji Libnanê hatiye Almanyayê û zûtirkê daxwaza wî ya penaberiyê hatiye redkirin.

Ji wê demê ve navê wî di gelek dosyeyên mezin ên tawankariyê de li Berlînê û cihên din ên Almanyayê hatiye.

Polîsê Almanyayê lêkolîn derbarê nasnameya wî de kirine û dibêjin ji wan re derketiye ku di kokê de ne xelkê Libnanê ye û li Bakurê Kurdistanê jidayîk bûye.

Loma jî hewleke mezin dane ku wî dersînorî Tirkiyeyê bikin lê Tirkiye di van salên dawî de welatînameya Tirkî jê stendiye û ji ber vê yekê jî dersînorkirina wî bi ser neketiye.

Par Mehmûd bi xwe (ne wekî kesekî dersînorkirî) li balafirê siwar bû û çû Tirkiyeyê.

Herêma Berlînê tavilê biryarek derxist ku heta 7 salan Mehmûd nikaribe were Almanyayê.

Lê Mehmûd û tora wî ya berfireh li Almanya û Ewropayê ku gelek şarezayên yasayî jî tê de hene karîbûn bi rêya dadgehê dozekê bibin û destpêka meha bê ango du hefteyên din Mehmûd bi serbilindî û serfirazî vedigere Almanyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst