Amerîka 2.2 trilyon dolar bo rûbirûbûna Koronayê terxan dike

26-03-2020
RÛDAW
Nîşan Amerîka Coronavirus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena pîran anku Senat a Amerîkayê 2.2 trillion dolar ji bo rûbirûbûna Koronayê terxan kir, beşek ji wî pereyî bo alîkarîkirina wan karkeran e ku karên xwe ji dest dane. 

Civata Pîran a Amerîkayê roja Çarşemiyê 25ê Adarê di civînekê de bi koma dengan pakêca alîkariyên pizişkî bo rûbirûbûna vîrusa COVID-19 pejirand. 

Bi rêya vê pakecê, encûmena pîran razî bûye li ser dabînkirina 2.2 triliyon dolaran bo rûbirûbûna koronayê li navxwe û derveyî Amerîkayê.

Beşek ji wî pereyî bo alîkarîkirina wan kompanî û karkeran tê xerckirina, ku ji ber belavbûna vîrusê ziyan gihîştiye wan û karên xwe ji dest dane. 

Ev projebiryar ji bo encûmena nûneran hatiye şandin û dê xwendin jê re bihê kirin û deng li ser bihê dan, herwiha tê pêşbînîkirin, ku encûmena nûneran jî wê projeyê pesend bike.

Li Amerîkayê hejmara tûşbûyên Koronayê di dema heftiyekê de ji 6000 kesan ve bo zêdetirî 69,000 kesan bilind bûye. Herwiha hejmara kesên ku bi sedema vîrusa COVID-19 li wî welatî jiyana xwe ji dest dane, ji 100 kesan ve gihîştiye 1,150 kesan.

Rêjeya herî zêde ya tûşbûn û qurbaniyên vîrusê li wîlayeta New Yorkê ne, Li gor amarên fermî heta niha 33,013 kes tenê li wê wîlayetê tûşî Koronayê bûne. Herwiha heta niha 394 kesan li New Yorkê bi sedema COVID-19 jiyana xwe ji dest dane

Rêjeya zêde ya tûşbûn û mirina bi Koronayê bûye sedem ku fişareke mezin li ser nexweşxane û navendên tendirustiyê yên New Yorkê çê bibe.

Seorkê Şaredariya New Yorkê, Bill de Blasio ragihandiye: “Di çend rojên bihorî de nûçeyeke xweş gihîşt me, ku gelek giring e li vir bêjim, ew jî ev e ku ji hikûmeta federal û hikûmeta xwecihî û herwiha cihên din ve piştgirî gihîştine me, ku hevkariya me bikin di derbaskirina vê heftiyê de û alîkariya me dike, ji bo derbasbûna bo heftiya bihê.”

Li aliyekê din, Seorkê Amerîkayê Donald Trump pêngavên kabîneya xwe di  rûbirûbûna vîrusa Koronayê de bilind dinirxîne û dibêje: “Me zêdetir ji hemû welatan pişkinîn kiriye, niha em bêtir ji her kesî pişkinînan dikin, heta ti kes nêzîkî wê hejmarê jî nîne ku em dikin, herwiha pişkinînên me baştir û bi hûrgilî ne.”

Çend roj berî niha Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) derbarê vê yekê de hişyarî da, ku Amerîka bibe navenda nû ya belavbûna vîrusa COVID-19, ku niha rêjeya herî zêde ya belavbûna vê vîrusê li Ewropayê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst