Mamosteyeke Kurd bi bûkika ‘Ciwane’ li diyasporayê fêrkirina Kurdî hêsan dike

27-07-2025
Hêmin Ebdullah
Ciwane û Perî Çelebî
Ciwane û Perî Çelebî
Nîşan Diyaspora Kanada Bûkik Ciwane
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Mamosteya Kurd Perî Çelebî ya ku li Kanadayê dijî, ji bo zarokên Kurd ên li diyasporayê bi hêsanî fêrî zimanê xwe bibin, metodeke nû ya serdemî amade kiriye.

Sîstema wê ya fêrkirinê li ser bingeha perwerdeya înteraktîf û bi navendgirtina zarokan e û ew di dersên xwe yên online de bûkikeke bi navê ‘Ciwane’ jî wekî alîkar bi kar tîne.

Fêrbûna zimanê Kurdî ji bo zarokên Kurd ên li diyasporayê gelek caran zehmet e.

Di demekê de ku neteweyên din bi sîstem û saziyên birêkûpêk ziman û çanda xwe diparêzin, di nava vê valahiyê de hewldanên takekesî dibin çirayeke hêviyê.

Perî Çelebî ya ku sîstema wê li ser bingeha modela modern a Amerîkî-Kanadî ye, rexne li sîstema kevn a perwerdeyê girt û got:

“Sîstema kevn zarok wekî leşkerekî û dibistanê jî wekî baregehek didît.

Zarok tenê wergir bû û ti derfetên wî yên pirsiyarkirin û afirandinê nebûn.”

Di metoda wê ya nû de ku bi rêya polên online tê birêvebirin, wane bi awayekî înteraktîf tên dayîn û hemû zarok bi hev re beşdar dibin.

"Zarok pir zû bi bûkikê re pêwendiyê datînin"

Yek ji aliyên balkêş ên metodê, bikaranîna bûkikeke bi navê 'Ciwane' ye û Çelebiyê li ser vê yekê anî ziman:

“Zarok pir zû bi bûkikê re pêwendiyê datînin.

Bi raya min, zarok ji zarok baştir fêr dibe û dema tiştekî ji hevalekî an bûkikekê dibihîse, zûtir werdigire.”

Fikra vî karî vedigere wê dema ku Perî Çelebiyê li Rojhilatê Kurdistanê mamostetî dikir û li wir zehmetiyên zarokên Kurd ên di perwerdeyê de dîtibû.

Wê her ji wê demê ve biryar dabû ku divê Kurd xwedî sîstemeke perwerdeyê ya taybet û serdemî bin.

Niha dê û bav li her derê cîhanê dikarin sûdê ji vê derfetê wergirin.

Pirtûkên projeyê bi rêya malpera bawandata.org berdest in.

Herwiha, ji bo beşdariya polên online, dikarin bi rêya e-nameya preschool@bawandata.org yan jî rûpela Instagramê ya “Perî û Pepûlekan” pêwendiyê deynin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst