Rûsya: Dewleta Kurdan ne îşê me ye

28-05-2016
RÛDAW
Nîşan Vladimîr Putîn Rûsya leksîs Tsîpras Yunanistan Rojavayê Kurdistanê Serxwebûn
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn roja Înê got dewleteke Kurdî ne karê welatê wî ye.


Putîn di civîneke çapemeniyê de bi Serokwezîrê Yûnan Aleksîs Tsîpras re, li Atînaya paytextê Yûnanistanê, dema pirsa avakirina dewleteke Kurdî li Sûriyê jê hate kirin, got: "Ew ne karê me ye. Çareseriya pirsa Kurd li ba Kurdan û wan welatan e ku lê dijîn."


Putîn wiha axivî: "Divê em pêvajoyeke aştiyê bidin destpêkirin û bigihînine encamekê. Ji bo çareseriyeke siyasî çi pêwîst be em dê bikin."

Ji Polanda û Romanyayê re: Hun hedef in


Ji aliyê din ve, Putîn hişyarî da Romanya û Polandayê ku ew hedefên roketên Rûs in ji ber ku xaka wan mazûvaniya fuzeyên Amerîkî dike.


Putîn yekem car e bi awayekî vî qasî aşkera hişyarî li ser mertala fuzeyan dide Washington û hevalbendên wê yên Rojhilatê Ewropayê.


Destpêka meha Gulanê artêşa Amerîkayê fuzeyên li Romanyayê çalak kirin. Li beşa Polandayê ya mertalê, kar berdewam e.


Amerîka dibêje mertala fuzeyan li dijî xetereya Îranê ye û Rûsyayê nîşan nagirin.


Navbera her du aliyan bi taybet piştî dagîrkirina Qirimê ji aliyê Rûsyayê ve xira bûye ku di encamê de embargo bi ser Rûsyayê de hatine sepandin.


Bila Tirkî pêşî gav biavêje


Li ser peywendiyên bi Tirkiyê re, serokê Rûs got ew amade ye têkiliyên bi Tirkiyê re ji nû ve deyne lêbelê pêwîst e Enqere gava yekem biavêje û heta niha tu nîşaneya gaveke wiha jî nehatiye dîtin.


Mijdara 2015ê Tirkiyê firokeyeke şer a Rûs, li ser sînorê xwe di gel Sûriyê, bi hênceta ku sînor bezandiye xistibû xwarê ku di encamê de her pîlotên wê jî hatibûne kuştin. (Ji ajansan)



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst