Brukssel - Serokê Encumena Ewropa Donald Tusk ragihand, Yekîtiya Ewropa (YE) bo destpêkirina proseya telaq (cudabûna) a navbera Birîtanya û Yekîtiya Ewropa amade ye, lê belê dibêje, ku ew yek ne xewna wan bû.
Donald Tusk di konfranseke rojnamevanî de li bajarê Bruksselê ku Peyamnêrê Rûdawê jî tê de amade bû, behsa biryara xelkê Birîtanya bo cudabûn ji YE kir.
Tusk li ser encama referandumê û cudabûna Birîtanya ji YEyê got: “Pêwîst e YE aram be derbarê biryara cudabûna Birîtanya de, lê belê li gel wê çendê jî YE amade ye proseya telaf (cudabûnê) dest pê bike. Heta îro jî amade ye, bêyî ti dudiliyekê, ku hûn gumana wê dikin.”
Tusk herwiha da xuyakirin, zêdebarî wê çendê ku YE bo cudabûna Birîtanya amade ye, lê belê ew senariyo ew nebû ku me xewn pê ve didît.
Daxuyaniya Tusk berî destpêkirina yekem civîna lûtke ya welatên YEyê piştî referanduma hefteya borî ya Birîtanya û biryara cudabûna wî welatî ji yekîtiyê tê.
Roja 23ê Hezîran a 2016an di referandumeke dîrokî de %51.9ê xelkê Birîtanya dengê Erê bo cudabûna ji Yekîtiya Ewropa bi kar anîn. Yên ku dengê Na di wê referandumê de dan, %48.1ê dengderên birîtanî bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse