Psakî: Di helwesta me de tu guhartin nîne

29-10-2014
RÛDAW
A+ A-

 

 

Navenda Nûçeyan- Berdevka Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Jen Psakî got, di helwesta DYAyê ya derheqê li Sûriyê pêkanîna herêmek ji bo balafiran qedexe de tu guhartin nîne.

 

Di daxuyaniya çapemeniyê ya rojanê de rojnamegerek di hevpeyvîna Ahmet Davutoglu dayî BBC û  behsakirna li Sûriyê heremek ji bo balafiran qedexe bi bîr anî û wê jî wiha bersiv da:

 

“Çend roj in em li ser daxwazên Tirkiyeyê hevdîtina dikin. Herwiha helwesta DYAyê ya derheqê li Sûriyê pêkanîna herêmek ji bo balafiran qedexe de tu guhartin nîne.”

 

 Berdevka Wezareta Derve ya DYAyê  Jen Psakiyê li ser pirsa “Hêzên Pêşmerge yên dê biçin Kobaniyê dê bandorek çawa bike?” wiha bersivand:

 

“Weke tê zanîn ji bo şikandin, jinavbirin û ji Kobaniyê derxistina rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) tenê ne ev rê heye. Çend hefteyên em êrîşên asmanî jî pêk tîne. Em bawer dikin ku dê bandorek bike û hevalbendek bejayî ji bo me girîng e”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst