Navenda Nûçeyan – Serokwezîrê Rûsya Dmitri Medvedev bersiva daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu da.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu piştî civîna xwe ya ligel Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stolenberg di konfranseke çapemeniyê de gotibû, Tirkiye ji Rûsyayê lêborînê naxwaze.
Davutoglu gotibû: “Bila ti kes hêvî neke ku em lêborînê bixwazin, ji ber ku em erkê xwe pêk anî.”
Li hember wê daxuyaniya Davutoglu, Serokwezîrê Rûsya Dmitri Medvedev bertek nîşan da.
Dmitri Medvedev ragihand: “Hikûmeta Tirkiyê xwe xist nav rewşek sosret, daxuyaniyên ku dide jî, ne hewce ne.”
Medvedev got, eger pêwîst bike, ew tedbîrên ku bo dorpêça ser aboriya Tirkiyê hatine standin, dê werin berfirehkirin.
Medvedev herwiha tekez kir: “Ew tedbîr ji bo aboriya Tirkiyê dibe ku hesas bin, lê dê bandora wan li ser aboriya Rûsyayê bi xwe kêm be. Rûsya di vî warî de dê li gor realiteyê tevbigere.”
Serokwezîrê Rûsya amaje bi tedbîrên li hember çalakiyên aborî û bazirganiyên Tirkiyê li Rûsyayê kir û got: Bazirganiya Tirkiyê bûye dîlê destê siyasetên Enqerê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse