Geştyarên ku ji Rûsyayê diçin Tirkiyeyê ji ber 'bihabûnê' kêm dibin

02-08-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Rûsya Geştyar Tirkiye
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Komeleya Operatorên Geştyariyê ya Rûsyayê (ATOR) ragihand ku îsal herikîna geştyarên ji Rûsyayê ber bi Tirkiyeyê ve li gorî salên berê kêmtir e.

Li gorî rapora ATORê, di şeş mehên borî de ji Rûsyayê 2 milyon û 709 hezar û 397 geştyar hatine Tirkiyeyê.

ATORê da zanîn ku ji sedî 50ê ji van geşyaran çûne Antalyayê û ev rejê li gorî havîna sala 2019an ji sedî 35-40 kêm bûye. 

Geştyar herî zêde diçin Antalyayê

Li gor amarên ATORê di şeş mehên borî de ji Rûsyayê milyonek û 309 hezar û 267 geştyar çûne Antalyayê, 124 hezar û 338 geştyar çûne Muglayê (peravên Deryaya Egeyê û seyrangehên Bodrum, Fethiye û hwd.) û 20 hezar û 837 geştyar jî çûne Îzmîrê.

ATOR di rapora xwe de nûçeyên di medyaya Tirkiyeyê de yên li ser zêdebûna geştyarên ji Rûsyayê jî derewîn derdixe û amaje pê dike ku rayedarên Tirkiyeyê rêwiyên transît jî weke geştyar hejmartine û amarên geştyaran zêde nîşan dane.

Li gorî daneyên rayedarên Tirkiyeyê, di şeş mehên destpêkê yên îsal de milyonek û 7 hezar û 837 geştyaran ji Rûsyayê serdana Stenbolê kiriye.

ATOR amarên Tirkyeyê red dike

Berevajiyê vê, ATOR tekez dike ku ji sedî 70yê Rûsên ku serdana Stenbolê kiriye, geştyarên transît in ku çûne welatên sêyemîn. Anku van geştyaran Stenbol wek navendeke veguhestinê bi kar anîye.

Rayedarên Tirkiyeyê geştyarên transît hî tevlî hesabên xwe kirine û wan ev yek wekî herikîna geştyariyê ji Rûsyayê destnîşan kiriye.

Li Tirkiyeyê bihabûn heye

ATORê herwiha "bihabûna li Tirkiyeyê" weke sedemeke daketina rêjeya geştyarên Rûsyayê nîşan da. 

Li gorî operatorên geştyariyê, havîna 2019an, bihayê navînî yê gera 10 şevan a li Tirkiyeyê ve ji bo her kesekî derdora 50-60 hezar rubl bûye.

Havînê sala îsal, bihayê navînî ya gereke li Tirkiyeyê hema bêje du qatan zêde bûye û serê her şexsekî gihiştiye 100-115 hezar rublan.

Li gorî daneyên ATORê, sala 2019an ji Rûsyayê 7 mîlyon geştyar çûne Tirkiyeyê. Sala 2022yan, ew hejmar daketiye 5,2 mîlyon kesî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst