Rûdaw – AFP
Li bajarê Şîkago yê Amerîkayê pileya germa hewayê bo 28 pile jêr sifrê daketiye û bayeke bihêz û sar jî wiha kiriye, ku hestkirina bi sermaya hewayê weke wê be, ku pileya hewayê 49.4 li jêr sifrê be.
Ew sermaya bihêz bûye sedema rawestandina geştên asayî yên trenên Şîkagoyê û xizmetguzariyên din ên girêdayî geştan jî hatine hilweşandin.
Pêştir derbarê hatina wê pêla sermayê de hişyarî hatibû dan û niha jî hişyarî hatiye dan, ku hewayê bajêr dê hêj sartir bibe, ew jî ji ber wê pêla serma û barîna berfa cemserî ku çend navçeyên herdu welatên Kanda û Amerîkayê li xwe digire û tê çaverêkirin, ku pileya hewayê bo 50 pile jêr sifrê dakeve.
Pêla sermayê 10 eyaletên li navend û rojavayê Amerîkayê li xwe girtiye, bi sedema wê pêla sermayê jî li beşek ji bajaran ji bilî hilweşandina geştên esmanî, dibistan û navendên xwendinê jî hatine girtin. Li hin cihan jî bi agir berfa ser stasiyonên trenan tê helandin.
Tenê li du balafirxaneyên Şîkagoyê hezar û 800 geştên esmanî hatine hilweşandin.