Li Xaneqînê Yekemîn Festîvala Rewşenbîrî hat sazkirin

03-03-2019
RÛDAW
Festîval ji aliyê koma hunerî û rewşenbîrî ya Xaneqînê ve hat sazkirin
Festîval ji aliyê koma hunerî û rewşenbîrî ya Xaneqînê ve hat sazkirin
Nîşan Xaneqîn Festîval Rewşenbîrî
A+ A-

Xaneqîn (Rûdaw) – Li Xaneqînê Yekemîn Festîvala Rewşenbîrî hat lidarxistin.

 

Yekemîn Festîvala Rewşenbîrî ya Xaneqînê ji aliyê koma hunerî û rewşenbîrî ve li ser navê Xaneqînê hat sazkirin, di çarçoveya festîvalê de zêdetirî 500 karên destan û 150 tablo hatin nimayîşkirin.

 

Di festîvalê de şanoya firoşkariya pirtûkan hat nimayîşkirin û pêşkêşkirina stranên resen ên wê deverê beşeke din a festîvalê bû.

 

Armanca festîvalê, pêşxistin û geşkirina rewşenbîriya Xaneqînê bû, heft hezar pirtûk bêberamber ji amadebûyên festîvalê re hatin pêşkêşkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst