XANEQÎN - Grûpeke jîngehparêz dê hezar şitlên daran biçîne

22-10-2023
RÛDAW
Çandina daran xelkê ji nexweşiyan diparêze
Çandina daran xelkê ji nexweşiyan diparêze
Nîşan Xaneqîn Çandina Daran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê, grûpeke jîngehparêz wekî xwebexş ji bo parastin û ewlehiya xwezayê kampanyaya çandina daran û komkirina çopên plastîkî da destpêkirin.

Grûpa wekî xwebexş kampanyayê bi rê ve dibe, dixwaze li navçeya Xaneqînê hezar darî biçînin.

Pêşenga kampanyayê bijîşka bi navê Rabîe Ebas ji Rûdawê re axivî:

“Em dixwazin li Xaneqînê ji bo paqijiya jîngehê û parastina ji nexweşiyan zêdetir daran biçînin. Ez wekî bijîjk haya min ji gelek nexweşiyên ku li bajêr belav bûne heye. Bi taybetejî nexweşiya penceşêrê zêde dibe.”

“Çandina daran xelkê ji nexweşiyan diparêze”

Rabîe Ebas diyar kir ku komkirina madeyên plastîkî ji hawîrdorê û çandina daran dê xelkê ji gelek nexweşiyan biparêze.

Fuad Rehman ê 48 salî  beriya 6 mehan li gundê Emîn Bapîrê yê Xaneqînê kargeha ji nû ve vegerandina plastîkê ava kir.

Fuad Rehman ji wê kargehê rojane 3 ton plastîk dişîne parêzgeha Silêmaniyê.

“Li kolanan madeyên plastîkî tije ne”

Fuat Rahman têkildarê kargeha plastîkê got:

“Fabrîkaya me ya hêrandin û ji nû ve vegerandina plastîkê heye. Em bi vê awayî debara xwe dikin lê armanca me ya sereke paqijiya bajarê Xaneqînê ye. Li kuçeyên me madeyên plastîkî tije ne.”

Li navçeya Xaneqînê du şaredarî hene yek girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û ya din jî girêdayî hikûmeta Îraqê ye.

Her du şaredarî jî rojane 150 ton gilêş kom dikin. Ji sedî 80yê wê gilêşê madeyên plastîkî ne.

“Madeyên plastîkî 100 salî jî ji nav naçin”

Şaredarê Xaneqînê yê girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdistanê Soran Elî jî got:

“Ev madeyên plastîk di nava 100 salî de jî ji nav naçin. Ziyaneke mezin didin jîngehê. Em di bin erdê de vedişêrin lê zerera wan a jîngehê dê berdewam be.”

Parêzgeha Xaneqînê îsal du caran wekî bajarê herî germ ê cîhanê hatibû destnîşankirin. Li Xaneqînê germahî digihêje 54 pileyan.

Fuad Rahman û Rabîe Erbasê piştî vê yekê biryara destpêkirina kampanyayê da.

Xaneqîn yek ji navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye û piraniyê xelkê wê Kurd in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst