Kurdên Xaneqînê: Hilbijartin ji bo vegerandina nasnameya Kurdî derfet e

18-12-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Xaneqîn Kurd Hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan Erebkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurdên bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê bang li her kesî dikin ku beşdarî hilbijartinên encûmenên parêzgehan bibin da ku nasnameya Kurdî li bajarê xwe yê ku di van salên dawî de rastî pêla Erebkirinê hatiye serdest bibe.

Bajarê Xaneqînê yek ji navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye, li gorî rêveberiya Îraqê girêdayî parêzgeha Selahedînê ye.

Li bajarê Xaneqînê 67 hezar hilbijêrên Kurd hene.

“Îro roja dengdana Kurdan e.”

Dengdêrekî Kurd ê Xaneqînî li ber navendeke dengdanê ji nûçegihanê Rûdawê Erkan Elî re axivî û got:

“Îro roja dengdana Kurdan e. Ez ji xelkê re dibêjim werin dengê xwe bidin da ku careke din neyên koçberkirin.”

Bajarê Xaneqînê ku bi dirêjahiya dîrokê bajarekî Kurdan e, ji salên 1970î ve ji aliyê rejîma Beas ve rastî Erebkirinê tê.

Kurdên Xaneqînê hilbijartinan wekî derfetek dibînin ji bo bihêzkirina rola Kurdan di rêveberiya herêmî ya Xaneqînê de.

Piştî bûyerên 16ê Cotmehê hêzên Pêşmerge ji bajêr vekişiyan û proseya erebkirinê dîsa hat destpêkirin.

Erebên ku ji başûr û navenda Îraqê hatibûn li malên Kurdên ku neçar man malên xwe terk bikin hatin bicihkirin.

Dengdêrên Kurd dibêjin, “Dengê xwe bidin lîsteya Kurdî, dengê xwe bidin berbijêrên Kurd da ku di pêşerojê de daxwaza mafên me bikin.”

Hilbijartinên encûmenên parêzgehan rojek piştî wê yekê hat ku rê nehat dayîn ku di Roja Ala Kurdistanê (17ê Kanûna Pêşîn) de li Xaneqînê Ala Kurdistanê were bilindkirin.

Rêveberiya xwecihî ya bajêr sedema vê qedexeyê bi "qedexekirina hemû çalakiyan" a ji ber hilbijartinên encumenên parêzgehan ve girê da.

Piştî bûyerên 16ê Çiriya Pêşîn, bi vekişîna hêzên Pêşmerge, Heşda Şeibî û artêşa Îraqê derbasî nav Xaneqînê bûn.

Ala Kurdistanê ya ji hemû sazî û rêxistinên fermî hate daxistin.

Jineke bi cil û bergên neteweyî yên kurdî hêvî dike ku kurd dengên xwe vala dernexin.

Li navendeke dengdanê jineke Kurd ji Rûdawê re axivî û got “Îro ji bo her Kurdekî, bi taybetî jî ji bo Kurdên Xaneqînê rojeke pir girîng e.”

Otomobîla xwe xiste xizmeta dengdêrên Kurd

Dengdêrekî din ê Kurd û pêşmergeyekî kevn  dibêje ku ew otomobîla xwe dixe xizmeta dengderan da ku dengdana Kurdan hêsantir bike û wiha pê de çû:

“Li ser navê hemû Pêşmergeyên kevin ên Xaneqînê daxwaz ji hemû gelê Kurd dikim ku biçin ser sindoqan.

Divê her kes biçe ser sindoqan da ku xwîna şehîdên Xaneqînê û keda me vala neçe.”

Hilbijêrekî din jî got, "Me bi taybet li Xaneqînê gelek şehîd dan" û bangî gelê bajêr kir ku dengê xwe bidin.

Li Xaneqînê ji 83 gundên Kurdan 36 gund hatin valakirin û li 32 gundan Ereb hatin bicihkirin.

Li Xaneqînê tenê 15 gundên Kurdan mane û ew jî di bin metirsiya valakirinê de ne.

“Em dikarin bi dengên xwe hewldana ji nû ve erebkirinê asteng bikin”

Kurdekî din ê Xaneqînî got, “Pir girîng e ku îro her kes dengê xwe bide. Ev bajar di dîrokê de di bin gefa erebkirinê de bûye.

Em dikarin bi dengên xwe hewldana ji nû ve erebkirinê asteng bikin.”

Xaneqîn ji salên 1970yî ve di bin gefa erebkirinê de ye

Di salên 1970yî de hejmara niştecihên Xaneqînî 170 hezar bû.

Li gorî texmînên Wezareta Plandanan a Iraqê ya sala 2019’an hejmara rûniştvanên bajêr gihiştiye 238 hezar û 337 kesan.

Zêdeyî 90 hezar kes li navenda bajêr dijîn û piraniya xelkê bi kurdî (zaravê kelhûrî) diaxivin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst