Dixwazin 17 malbatên Kurd ji Xaneqînê derxin: ‘Ev gava yekê ye’

09-01-2024
Nîşan Xaneqîn Malbatên Kurd Zext Valakirin Wezareta Aboriyê ya Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Aboriyê ya Îraqê xeber daye 17 malbatên Kurd ên li Xaneqînê ku ji malên xwe derkevin.

Nûnera Xaneqînê yê li Parlamentoya Îraqê Sozan Mensûrê li ser vê got, “Ev gava yekê ye, eger here serî dê nêzîkî hezar malbatên Kurd ji malên wan derxin.”

Leşkerên Îraqê 2yê Kanûna Paşîn bi ser Taxa Newrozê ya Kerkûkê de girtibû û ji wê rojê ve hewl didin Kurdan ji malên wan derxin û wan koçber bikin.

“Dê nêzîkî hezar malbatên Kurd ji malên wan derxin”

Sozan Mensûrê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku dixwazin heman tiştî li xaneqînê jî bikin û pê de çû:

“Wekî Taxa Newrozê ya Kerkûkê dixwazin li Xaneqînê jî hezar malbatên Kurd ji malên wan derxin.

Bi hinceta ku cihê van xaniyan ê Wezareta Aboriyê ya Îraqê ye dixwazin van deran vala bikin.

Wan wekî gava yekê 17 malbatên Kurd bi nivîseke fermî agahdar kirine da ku ji malên xwe derkevin.

Ev gava yekê ye eger ji wan re here serî dê nêzîkî hezar malbatên Kurd ji malên wan derxin.

Serokwezîrê Îraqê behsa bicihkirina xelkê û lêkirina avahiyên nû dike lê Wezareta Aboriyê ya Îraqê ye dixwaze van deran vala bike.”

Rûdawê fermana valakirina van 17 xaniyan bi dest xistiye û bi hinceta ku ev xanî li ser axa Wezareta Aboriyê ya Îraqê hatine avakirin dixwazin Kurdan ji wan derxin.

Qezaya Xaneqînê li ser parêzgeha Diyaleyê de ye û piraniya şêniyên wê Kurdên Feylî ne.

Zêdetir ji 90 hezar kesî li navenda qezaya Xaneqînê dijîn û piraniya xelkê Xaneqînê bi Kurdiya Kelhorî diaxive.

Li aliyê din, li Xaneqînê gundên Kurdan her ku diçe kêm dibin.

Li gorî lêkolînên Rûdawê, bi tevahî 83 gundên Xaneqînê hene. 36 gundên Kurdan hatine valakirin û Erebên hawirde li 32 gundan hatine bicihkirin.

Niha li Xaneqînê tenê 15 gundên Kurdan mane lê ew jî di bin metirsiya valakirinê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst