Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Hevpeyvîn

Akademîsyenê Tirkmen: Dorpêçên Tirkiyê dê pêşî zirarê bide tirkmenan

Ji aliyê Ayser ÇINAR 2-10-2017
Hazim Burhan
Hazim Burhan

Akademîsyenê Tirkmen Hazim Burhan ragihand, eger Tirkiye ji ber referandumê li dijî Herêma Kurdistanê dorpêçek pêk bîne, zirara herî mezin dê Tirkmen bibînin.

 

Hazim Burhan diyar kir: “Ez hêvî dikim Tirkiye dorpêçek pêk neyne, çimku eger lehiyek were di destpêkê de dê tirkmenan bibe.”

 

Burhan bal kişande ser wê yekê ku li Herêma Kurdistanê mafên wan têne parastin û got: “Piştî sala 1991an, Tirkmenên ku di nav sînorên Kurdistanê de dijiyan, ji aliyê siyasî û çandî ve bêhna xwe vedan.”

 

Serokê Beşa Zimanê Tirkî ya Zanîngeha Selahedîn a li Hewlêr Hazim Burhan li ser rojevê bersiv da pirsên Rûdawê.

 

Herêma Kurdistanê di 25ê Îlonê de referandum pêk anî. Gelo we piştgirî da referandumê?

 

Belê. Ez weke Tirkmenekî di referanduma serxwebûnê ya 25ê Îlonê de çûm ser sindoqê û min dengê 'Belê' da.

 

Gelo Tirkmen Kurdistaneke serbixwe dixwazin?

 

Me bi salan ji Bexdayê zilm û zirar dîtin. Bi taybetî ji di van salên dawî de mûçeyên me, ne nîv, dakete çaryekê. Rêveberiya şaş a Malikî û Bexdayê em anîn vê astê. Em weke xelkê herêmê bi salan ji Bexdayê xêrek nedît.

 

Ne tenê Tirkmen, ramana hevbeş a gelên ku li herêmê dijîn ev e: Eger ji bo me bi xêr be, emê heta dawîn piştgirî bidin serxwebûna Kurdistanê. Ji bo ku herêm bi awayekî rasteqîn aram bibe, me piştgirî da referandumê û emê bidin jî.

 

MAFÊN ME LI VIR PARASTÎ NE

 

Gelo li gor we li Kurdistanê mafên we têne parastin?

 

Belê. Li vir mafên me têne parastin. Piştî 1991ê Tirkmenên di nav sînorên Kurdistanê de ji aliyê siyasî û çandî ve bêhna xwe vedan. Bi navê Tirkmenî partiyên siyasî damezrandin, dibistanên Tirkmenî vebûn, rojname û kovarên Tirkmenan hatin weşandin, radyo û televîzyon hatin sazkirin.

 

Gelo her tişt nuwaze ye? Kêmasî tine ye? Heye. Jixwe her tişt sedî sed nabe. Lê ji ber vê yekê em nikarin rêveberiyê tawanbar bikin. Kesê ku nûnertiya min dike, gelo bi têr û tije nûnertiya min dike, divê mirov li wê binêre. Çimku mafên ku ji min re hatine dayîn li holê ne.

 

Pêwendiyên we yên li gel Herêma Kurdistanê çawa ne?

 

Bi rêveberiyê re pêwendiyên me baş in. Weke ku hûn dizanin li Parlementoya Kurdistanê mafê kontenjana hemû kêmîneyan têne parastin. Mafê nûnertiya Tirkmenan jî tê parastin. Ji 111 kursiyên parlementoyê 11 kursî ji bo kêmîneyan hatine veqetandin. Ji 11 kursiyan 5 a Tirkmenan e. Gelo ev têr dike? Li gor min kêm e. Divê kursiyên me zêdetir be. Birêz Barzanî jî ev yek anîbû ziman.

 

Herwiha ev heye; divê xelk parlementerên ku dikevin Parlementoyê hilbijêre. Navên ku hin kes diyar dikin, li Parlementoyê bi awayekî rast û dirust nikarin nûnertiya me bikin. Em dixwazin kesên ku têne hilbijartin li parlementoyê, derdê me bîne ziman, lê mixabin parlementerên me di vê mijarê de bi têra xwe nîn in.

 

Hûn weke Tirkmenên Herêma Kurdistanê, pêwendiyên we li gel Tirkiyê çawa ne?

 

Piştgiriya Tirkiyê her dem ji bo Tirkmenên vê derê çêbûye, lê ev piştgiriyeke kêm e. Li gor berê Tirkmen di gelek mijaran de li derve man. Eger Tirkiye di salên berê de pêwendiyên xwe pêş bixista, em weke Tirkmen li herêmê rola me dê zedetir bûya. Şaşiyên ku salên bihûrî hatine kirin, hîna nû têne sererastkirin. Ez hêvî dikim heman şaşî neyêne dubarekirin.

 

LI VIR TI CAR ŞER Û PEVÇÛNEKE NETEWÎ NEQEWIMÎ

 

Hûn metirsiyên Tirkiyê yên li ser Tirkmenan çawa dinirxînin?

 

Bila Tirkiye li ser vê mijarê rehet be, çimku ji bo me li herêmê tiştekî metirsî derxe holê tine ye. Em li vir Tirkmen û Kurd li nav hev dijîn. Em malbatek in. Me ji hev keç standine û keç dane. Ne zirara me bo wan, ne jî zirara wan bo me heye. Em bi salan e bi vî awayî dijîn. Ez ji 8 bavî ji Hewlêrê me.

 

Berê li Hewlêrê piranî, ne Kurd bûne, Tirkmen bûne. Lê di wê demê de jî ji hev keç standine û keç dane. Ez xwe dizanim nizanim, em li vir weke bira dijîn. Li van deran ti car şer û pevçûneke netewî neqewimî. Em milletekî misilman in û em ti car li gel  şer nebûn.

 

EGER LEHÎ RABE DI DESTPÊKÊ DE DÊ TIRKMENAN BIBE

 

Hûn helwesta Tirkiyê ya li ser referandumê çawa dinirxînin? Sepandina dorpêçan dê zirarê nede Tirkmenan jî?

 

Dorpêçên Tirkiyê, ne tenê Kurdan, dê bandora xwe li ser hemû gelên herêmê bikin. Di sala 1991an de dorpêçên navdewletî û Bexdayê ev xelk perîşan kir. Tenê dorpêçek jî li vê derê dê bandora xwe li ser qadên civakî, aborî, çandî, zanistî û hîn gelek qadên ku niha min nejimartin, nîşan bide. Di rewşeke bi vî rengî de jî zirara herî mezin dê bigihîje Tirkmenan. Çimku Tirkmenên ku li vir dijîn, yan dikandar in, yan jî karmend. Berê Tirkmenên dewlemend pir bûn, lê niha hejmara wan ji tiliyên destekî zêdetir nînin.

 

Jixwe hûn dizanin li Herêmê 3 sal in krîz heye. Ji bilî karmendî û dikandariyê, dahateke din a Tirkmenan tine ye. Ji ber vê yekê dorpêçên ku dê Tirkiye bisepîne, dê rasterast bandora xwe li Tirkmenan bike. Ez hêvî dikim ti tiştek nebe, çimku eger lehî rabe di destpêkê de dê Tirkmenan bibe.

 

Gelo Tirkmen li Iraqê xwe ewle hîs dikin?

 

Tirkmen li Iraqê di ewlehiyê de nînin. Çimku Ereban ti carî hebûna Tirkmenan qebûl nekir.

 

PORTRE / Hazim BURHAN

 

Hazim Burhan di sala 1973an de li Hewlêrê jidayîk bûye. Perwerdehiya xwe heta lîsansê li Hewlêrê xwendiye. Li Zanîngeha Selçuklu ya li Konyayê ya Tirkiyê lîsansa xwe ya bilind temam kiriye. Niha li Hewlêrê li Zanîngeha Selahedînê, Serokê Beşa Zimanê Tirkî ye.

846 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| Duh vî demî 01:12 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| Duh vî demî 08:20 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-03 8:22:29 AM
Divê Gelê Kurd bi hîç şêweyek Rêsulta (Encam) a Rêfêrandumê nehelweşîne û hinekê din Sebr bike!!!!! Ji ber kû Krîzek yêkcar mezin li benda Îraqê ye û...
Iraqê helwesta xwe ya li hemberî hewldanên Fransayê diyar kir
| 3-12-2017 | (1)
0.609 seconds