Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

PDK li dijî rêkevtina Bexda û Tehranê ya li ser Kerkûkê derket

Ji aliyê RÛDAW 1-8-2017
Berpirsê Liqa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Kerkûkê Mihemed Xurşîd

Kerkûk (Rûdaw) – Berpirsê Liqa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Kerkûkê Mihemed Xurşîd ragihand, rekevtina petrolê ya di navbera Bexda û Tehranê de "dê encamên xirab derxe holê”.

 

Mihemed Xurşîd ji Rûdawê re diyar kir, ku ew ne li dijî hinardekirina petrola Kerkûkê ne û got: “Em ne li dijî wan rêkevtinan in ku ji bo berjewendiya Kerkûk û gelê Iraqê têne kirin. Lê rêkevtina ku hatiye îmzekirin siyasî ye û dê encamên xirab derxe holê.”

 

Xurşîd amaje bi wê yekê kir, ku hinardekirina petrola Kerkûkê bi ser Urdinê erzantir e û got:

 

“Bexda û Tehran bi hemû pêngavên xwe, dixwazin aboriya Iraqê bi Îranê re girê bidin. Ev pêngav li ser siberoja Iraqê dê bandorên neyênî bike.”

 

Wezareta Petrolê ya Iraqê du roj berê ragihandibû ku ji bo hinardekirina petrol Kerkûkê, bi Îranê re rêkevtineke nû çêkirine.

 

Herwiha di daxuyaniyê de hatibû aşkerekirin, ku ji bo hinardeya petrola devera Sîndîbad a Besrayê û Neftxane ya Diyalayê, rêkevtina destpêkê hatine îmzekirin û çaryeka herî dawî ya sala dahatû, rêkevtina dawî dê werekirin.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19 demjimêr berê | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 21 demjimêr berê | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.484 seconds