Hewlêr (Rûdaw) - Sûriyeyê piştî 14 salan cara yekem petrola xav hinarde kir û keştiyeke Yunanî li Bendera Tertûsê 600 hezar bermîl petrol bar kir.
Keştiya bi navê "Nissos Christiana" petrola ku ji rafîneriya Himsê hatibû veguhestin bar kir.
Tê texmînkirin ku bihayê wî barî derdora 36 milyon dolarî ye û ev yek wekî pêngavekê tê dîtin ku dikare deriyên bazarên cîhanî li ber petrola Sûriyeyê veke.
"Ev bar mizgîniyeke xêrê ye"
Alîkarê Birêvebirê Giştî yê Petrol û Gazê yê Sûriyeyê Riyad Cobasî ragihand ku keştiyê 600 hezar bermîl petrol barkiriye û ew ji aliyê kompanyaya cîhanî ya bi navê "B Serf Energy" ve hatiye kirîn.
Cobasî got, "Ev bar mizgîniyeke xêrê ye û destpêkeke başbûna sektora petrol û gazê ye li Sûriyeyê."
"Depoyên stratejîk ên petrolê parastî ne"
Pisporê Aboriyê Hanî Kinanî jî diyar kir ku ev hinardekirin nîşan dide ku bazara navxweyî ji petrolê têr e û wiha pê de çû:
“Ev tê wateya ku depoyên stratejîk ên petrolê parastî ne û zêde heye, lewma dewletê beşek jê hinarde kir.
Hinardekirin pereyên biyanî tîne welêt û kêmasiya di terazûya bazirganiyê de kêm dike.
Helbet ev dê bandoreke erênî bike, ji ber ku dahatên nû dê derfetê bidin dewletê ku wan di xizmetguzariyan de xerc bike û rewşa jiyana welatiyan baş bike."
Piştî rakirina sizayên navneteweyî, ev barê yekem ê petrola Sûriyeyê ye ku di nava 14 salan de tê firotin û ew dê ji aliyê kompanyaya navborî ve ji bo bazarên cîhanê were veguhestin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse