PDKyê banga civîneke giştî li hemû partiyan kir

30-05-2025
RÛDAW
Logoya PDKyê Wêne: Rûdaw Grafîk
Logoya PDKyê Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan PDK Bexda Teyf Samî Mihemed Şiya Sûdanî Serok Mesûd Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bangî hemû partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku li hevdû bicivin.

Li gorî bangnameyê, Desteya Rêveber a PDKyê ji bo nirxandina rewşa heyî, civîneke berfireh bi partiyên siyasî re dê were lidarxistin.

Berdevkê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Ferhad Tofîq ji Rûdawê re got, "Bangname gihiştiye destê me û em dê beşdar bibin."

Biryar e civîn sibe saet 11:00ê berî nîvro li navçeya Pîrmamê were lidarxistin û Serok Barzanî dê tê de amade bibe.

Sekreterê Partiya Komunîst a Kurdistanê Kawe Mihemed ji Rûdawê re ragihand ku rewşa niha ya Herêma Kurdistanê pêwîstî bi civînên wisa  heye.

Her wiha Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Dr. Selaheddîn Babeker, ji Rûdawê re got: "Heta niha vexwendin bi fermî negihiştiye destê me, eger bigihîje me, em dê beşdar bibin."

Ev civîn di demekê de tê lidarxistin ku doh pêncşem, Wezîra Darayî yê Îraqê Teyf Samiyê nameyek ji Herêma Kurdistanê re şand û diyar kir ku êdî nikare pereyê meaşan bişîne.

Tê çaverêkirin, beşeke sereke ya civînê were terxankirin ji bo helwestên li hemberî Bexdayê di neşandina meaşên Herêma Kurdistanê de.

Biryara Wezîrê Darayî yê Îraqê li Herêma Kurdistanê bû sedema karvedanan.

Doh Fraksiyonên Kurdistanî yên Parlamentoya Îraqê daxuyaniyeke hevbeş belav kir.

Fraksiyonên Kurdistanê di daxiyaniyê bang li Îraqê kir ku destûrê bin pê neke û  got:

 "Ev biryar wekî armanckirineke siyasî û binpêkirina destûra Îraqê tê hesibandin û me ji Serokwezîr (Mihemed Şiya Sûdanî) xwestiye ku bi lez û bez midaxele bike ji bo şandina meaşê karmendên Herêma Kurdistanê û mafê welatiyên xwe bi ti nakokiyên siyasî û teknîkî ve girê nede, ji ber ku meaş ne qencî ye, belkî mafekî destûrî û mirovî ye ku bi destûr û qanûnan ji bo xwediyên xwe hatiye misogerkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst