Nêçîrvan Barzanî: Belge têra nasandina cenosîdkirina Kurdên Êzidî hene

03-08-2018
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Kurdên Êzidî Karesat Şingal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera komkujî û revandina Kurdên Êzidî de ragihand, ew dê berdewam bin li ser rizgarkirin û giringîdana bi rizgarkirina wan revaniyên ku hêj nehatine rizgarkirin. Nêçîrvan Barzanî got: “Belge bes in jibo bi cenosîd nasandina komkujiya êzidyan ji aliyê hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî ve.”

 

Îro 3ê Tebaxa 2014an çekdarên DAIŞê êrişî ser navçeya Şingalê kirin û di wê êrişê de gelek welatiyên Kurdên Êzidî komkuj kirin û herwiha gelek xelk û bi taybet keç û jin rebandin.

 

Bi boneya bîranîna qurbaniyên karesata Şingalê, îro çend merasîmên taybet li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê û herwiha kampên cihê nîştecihbûna awareyên Kurdên Êzidî tên lidarxistin.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî jî bi boneya karesata Şingalê peyamek belav kir.

 

Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Îro salvegera komkujiyeke din a êzidiyan e ji aliyê rêxistina terorîstî ya DAIŞê ve. Ev komkujî weke yek ji hovanetirîn komkujiyên sedsala bîst û yek kete dîroka gelê Kurdistanê û mirovatiyê.

 

Di vê êrişa bo ser devera Şingalê de, 1293 kesên divîl ên devera Şingalê hatin şehîdkirin. Herwiha 6417 êzidî jî hatin revandin, ku piraniya wan zarokên keç û jin in û 2745 zarok jî bê dayik û bav bûn. Bi dehan perestgehên êzidiyan hatin wêrankirin û heta niha 69 gorên bi komî hatine dîtin. Ewane û çendîn amar û belgeyên din bes in jibo ku parlamento û hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî bi biryareke taybet îtîrafê bi cenosîda êzidiyan bikin.”

 

Serokwezîr Barzanî tekezî li ser hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo cîbicîkirina erkê xwe bo parastina êzidiyan dike û dide xuyakirin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê berdewam be li ser cîbicîkirina erkê xwe bo prastina êzidiyan û hevkarîkirina zêdetir a awareyên devera Şingalê, herwiha ofîsa taybet a me dê berdewam be li ser karkirina jibo rizgarkirina revandiyan ku niha nîvê wan hatine rizgarkirin û heta rizgarkirina tevahiya xwuşk û birayên xwe yên êzidî yên revandî narawestin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor şiyanên xwe hewla başkirina jiyana awareyên devera Şingalê dide, ku çend sal e di rewşeke nexweş a awareyiyê de dijîn.”

 

Di peyama xwe ya jibo salvegera komkujî û revandina Kurdên Êzidî de, Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaz dike, ku hikûmeta federalî ya Iraqê herî zû rewşa devera Şingalê asayî bike û erkê xwe di avedankirina navçeyê de cîbicî bike û xizmetguzariyan dabîn bike, daku aware bikarin bşêweyekê asayî vegerin ser warê bab û bapîrên xwe.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz ji civaka navdewletî û hikûmeta Iraqê jî dike, ku ew komkujî bi şêweyekê fermî weke cenosîd bihê naskirin û dibêje, ew amar û belgeyên ku li ber dest hene, têra wê yekê dikin ku parlamento û hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî bi biryareke taybet îtîrafê bi cenosîda êzidiyan bikin.

 

Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji civaka navdewletî dike, ku beşdarî di proseya avedankirina Şingalê de bikin û dibêj: “Daxwaz ji dewletên endam di Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê û civaka navdewletî bi giştî dikin, ku beşdar bin di avendkirina devera Şingalê û baştirkirina jiyana xelkê wê navçeyê, ku cenosîdkirin û encamên wê û xirabiya debarê, jiyana wan bi tevahî nexweş kiriye. Avedankirin û başkirina jiyana xlekê devera Şingalê erkekî hevbeş û pir alî ye.”

 

Barzanî qurbanîdana hêzên pêşmerge di ber rizgarkirina Şingalê de jî bi bîr tîne û dibêje: “Di vê rojê de em serê xwe bo qurbaniyan û canê paqijê wan pêşmergeyên qehreman ditevînin, ku di ber rizgarkirina Şingalê de şehîd bûn û têkşikandina DAIŞê li Kurdistan û Iraq û navçeyê ji Şingalê ve destpê kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst