Parlamenterê Alman Peter Heidt: Kurdistan ji bo me hevalbendek pir girîng e

25-06-2023
Ala Şalî
Ala Şalî
Parlemanterê Partiya Lîberal a Almanyayê Peter Heidt
Parlemanterê Partiya Lîberal a Almanyayê Peter Heidt
Nîşan Almanya Partiya Lîberal a Almanya Peter Heidt Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Olaf Scholz Şingal Kurdên Êzidî Rêkeftina Şingalê
A+ A-

Berlîn (Rûdaw) - Parlemanterê Partiya Lîberal a Almanyayê Peter Heidt ji Rûdawê re got, serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Almanyayê û civîna wî ya bi Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz re gelek giring e û hikûmeta federal tekez dike ku Kurdistan ji bo me hevalbendek pir girîng e. Peter Heidt herwiha hêvî dike, di civînê de behsa pirsgirêka Şingalê bê kirin û çareseriyek bê peydakirin ku Êzidî vegerin ser mal û milkên xwe.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Duşemê 26ê Hezîrana 2023an di çarçoveya serdaneke fermî de serdana Almanyayê dike û dê bi Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz û hejmarek berpirsên din ên Almanyayê re bicive.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî dê di hevdîtinên xwe de, pêşxistina pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê yên bi Almanyayê re, berfirehkirina warên hevkariyên hevbeş, û rewşa Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê bi serkirdayetî û berpirsên Almanyayê re gotûbêj bike.

Parlemanterê Partiya Lîberal a Almanyayê (FDP) Peter Heidt derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya bo Almanyayê de ji Rûdawê re axivî û ragihand, “Civîn gelek girînge û hikûmeta federal tekez dike ku Kurdistan ji bo me hevalbendek pir girîng e û pêşkeftina li vê herêmê karê sereke yê hikûmeta federal e.”

Peter Heidt bi hêvî ye ku di civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Olaf Scholz de behsa pirsgirêka Şingalê bê kirin û tekezî li ser cîbicîkirina Rêkeftina Şingalê wek rêya çareseriya rewşa Kurdên Êzidî kir.

Parlamenterê Alman Peter Heider got: “Hêvîdarim di civînê de behsa pirsgirêkên girîng bê kirin da em karibin pêşketinan pêk bînin. me di bernmeya cînosîdnaskirina komkujiya Êzidiyan de çend xal nivîsandine ku divê Rêkeftina Şingalê bê cîbicîkirin û jiyan vegere Şingalê û em dixwazin Êzidî vegerin ser mal û milkên xwe, ji ber wê pêwîstiya me bi asoya aborî û asayîşê heye.”

Parlemanterê Partiya Lîberal a Almanyayê Peter Heidt herwiha tekezî li ser giringiya qerebûkirina mexdûrên destê DAIŞê kir û diyar kir, ew dixwazin hikûmeta navendî ya Iraqê ji kar û berpirsyariya xwe ya li Şingalê agahdar bikin.

Li ser vê yekê, Peter Heidt wiha got: “Divê ziyanmendên DAIŞê bên qerebûkirin, helbet divê em bi hikûmeta navendî ya Iraqê re li ser berpirsyariya xwe biaxivin, ji bo ku wan daxwazan bi cih bînin, wek hikûmeta Almanyayê em dixwazin Iraqê agahdar bikin ku çiqas girîng e em berpirsyariya Şingalê bigirin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst