Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî avakirina konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê destpê kir

06-07-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurdistan Nêçîrvan Barzanî; Kobxulxaneya Amerîka Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro înê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û balyoz û konsulê Amerîka yên li Bexda û Hewlêrê, kevirê xîmê konsulxaneya nû ya Amerîka li Hewlêrê hat danîn.

 

Bi avakirina baregeha nû ya Konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê, ew konsulxane li ser asta cîhanê dibe mezintirîn konsulxane.

 

Li gorî zanyariyan, xerciyê avakirina avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê, 600 milyon dolar e û karê avakirina wê dê 4 salan bidome.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di merasîma danîna kevirê bingehîn ê avahiya konsulxaneya nû ya Amerîkayê de ragihand, ku peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de, pêwendiyên girîng in, û Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye.

 

Nêçîrvan Barzanî herwiha got, ew hêvî dikin, ku pewendiyên Amerîkaligel Herêma Kurdistanê di hemû waran de berdewam bin.

 

Herweha Balyozê Amerîka li Iraqê, Doglus Silliman ragihand, ku pêwendiyeke bihêz a Amerîkayê ligel Herêma Kurdistanê heye.

 

Silliman diyar kir, vekirina vê projeyê nîşan dide, ku ew pêwendî di dema derbasbûyî de bihêz bû, û dê di dema bihê de jî bi heman awayî berdewam be.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêştir û dema ragihandina destpêkirina avakirina konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê di 23ê Nîsana 2018 de gotibû: “Ev kar nîşana baweriya Amerîka bi niha û paşeroja geş a Kurdistanê ye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst