Hewlêrê li ser bûdceyê daxwaza pêdeçûnê ji Bexdayê kir

06-11-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Hewlêr Iraq Bexda Bûdce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de daxwaz ji Iraqê kir, ku pêdeçûnê bi reşnivîsa projeyasa ya bûdceya sala 2018ê bike.

 

Îro Duşemî 6ê Mijdara 2017ê Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî bo nirxandina reşnivîsa projeyasa ya bûdceya Iraqê y abo sala 2018ê civiya.

 

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya piştî civînê ku li ser malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê daxwaz ji Iraqê dike, ku pêdeçûnê bi projeyasa ya bûdceyê bike û ew neheqî û nedadmendiya ku di bûdceyê de li dijî Kurdistanê hatiye kirin, were jêbirin.

 

Li gorî daxuyaniyê, Encumena Wezîran a Kurdistanê daxwaz ji Seorkwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dike, ku “têbîniyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser reşnivîsa projeyasa ya bûdceya Iraqê y abo sala 2018ê li ber çav bigire, wê nedadmendiyê jî ji reşnivîsa bûdceyê jê bibe, ku pişka Herêma Kurdistanê tenê bi %12.6 diyar kiriye.”

 

Encumena Wezîran a Kurdistanê herwiha amaje bi wê yekê kiriye, “ewa ku bo mûçewergirên Herêma Kurdistanê, li gorî pişka wan a di çaçroveya sîstema bayometriyê de, hatiye terxankirin, gelek kêmtir e û heta têra mûçeyên tenê parêzgehekê Kurdistanê jî nake.”

 

Li gorî daxuyaniyê, Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê dibêje: “Di projeyasayê de çend made û bendên nedestûrî hene û bi zelalî ev yek jê tê xwandin, ku mebest ji vê jibîrkirina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê ye ku di Destûra Iraqê de weke herêmeke federal îtiraf pê hatiye kirin, ne parêzgehên bakurê Iraqê weke ku di reşnivîsê de hatiye, Destûr jî rê bi sînordarkirin, an kêmkirina desthilatên destûrî yên Herêma Kurdistanê nedaye.”

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin, ku “Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyaloga li ser bingeha Destûra Iraqê weke tekane rêya çareserkirina arîşeyan dibîne û careke din tekezî li ser amadeyiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo çareserkirina hemû pirsgirêkan li gel hikûmeta Iraqa federal û li ser bingeha Destûrê dike, çimku di vê baweriyê de ye û dîrokê jî îsbat kiriye ku bikaranîna hêz û rêkarên serbazî nikarin ti pirsgirêkekê çareser bikin.”

 

Ew yek di demekê de ye, ku duh Yekşemî 5ê Mijdarê parêzgar û encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê û îdareyên Germiyan û Raperînê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re civiyabûn.

 

Piştî civînê jî daxuyaniyeke 6 xalî hatibû weşandin û têde parêzgaran û encumenên parêzgehan bersiva destpêşxeriya Heyder Ebadî ya derbarê şandina mûçeyên karmend û mûçewergirên Kurdistanê de dabûn û daxwaz ji Bexdayê kiribûn, ku li ser bingeha sîstema bayometriyê pere ji Herêma Kurdistanê re bişîne.

 

Reşnivîsa projeyasa ya bûdceya sala 2018 a Iraqê duh Yekşemiyê 5ê Mijdarê ji aliyê Encumena Wezîran a Iraqê ve hatibû pesendkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst