Erdogan dê piştî 13 salan Bexda û Hewlêrê ziyaret bike

21-04-2024
RÛDAW
Nîşan Erdogan Hewlêr Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê piştî 13 salan bi awayekî fermî Bexda û Hewlêrê ziyaret bike.

Erdogan dê li Bexda û Hewlêrê bi rayedarên payebilind re bicive.

Mijarên wekî ewlehî, av, pêwendiyên aborî û rewşa li Rojhilata Navîn dê rojeva hevdîtinan bin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê 22yê Nîsana 2024an biçe Bexdayê û piştre jî were Hewlêrê.

Erdogan dê li Bexdayê bi Serokkomarê Îraqê Abdullatîf Reşîd re bicive û piştre jî dê bi serokwezîrê wî welatî Mihemed Şiya Sûdanî re bicive.

Erdogan dê piştî hevdîtinên xwe yên li Bexdayê heman rojê were Hewlêrê.

Li gorî bernameya serdanê, Erdogan dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtinan pêk bîne.

Tê gotin ku Erdogan dê di çarçoveya serdana xwe ya li Hewlêrê de bi hinek serkirdeyên din û rayedarên Eniya Tirkmen a Îraqê re jî bicive.

Erdogan: Li Hewlêrê dê derfeta me çêbibe ku pirsgirêkan gotûbêj bikin

Erdogan roja înê li Stenbolê piştî nimêjê pirsên rojnamegeran bersivandibû û gotibû:

“Bi rastî serdana me ya Îraqê hatibû taloqkirin.

Niha hilbijartin bi dawî bû û em dê herin Îraqê. Serdaneke yekrojî ye.

Berê Bexda, em dê li Bexdayê bi Birêz Serokkomar û Birêz Serokwezîr re hevdîtinan bikin û paşê derbasî Hewlêrê bibin.

Li Hewlêrê dê derfeta me çêbibe ku em li ser pirsgirêkên bakurê Îraqê û pirsgirêkên bi rêveberiya navendî re biaxivin.”

Sûdanî: Dê ne serdaneke asayî be

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî li foruma Enstîtuya Lêkolînê ya Konseya Atlantîk a li Washingtonê behsa serdana Erdogan kiribû.

Sûdanî li ser serdana Erdogan a Îraqê anîbû ziman ku ew dê “ne serdaneke asayî be” û gotibû:

“Di navbera her du welatan de mijarên av û ewlehiyê di serî de gelek mijarên hestyar dê werin gotûbêjkirin.”

Sûdanî diyar kiribû ku ew dê nehêlin axa Îraqê bibe qada êrişa li dijî Tirkiyeyê û gotibû:

“Me çareseriyên xwe diyar kirine û têkiliya me dê li ser esasê rêzgirtinê be.

Em dê bêyî koordînasyon û hevkarî, rê nedin ti êriş an jî bersiveke rasterast ji bo ti pirsgirêkeke ewlehiyê.”

Sûdanî herwiha tekez kiribû ku Îraq bi saziyên xwe yên ewlehiyê dikare aramî û ewlehiya xwe biparêze û pêşî li her gefa li ser Tirkiyeyê jî bigire.

Mijara ewlehiyê

Xalên sereke yên serdana Erdogan dê hevkariyên ewlehiyê, bikaranîna çavkaniyên avê, bipêşxistina pêwendiyên bazirganî û hinartina gaza xwezayî û petrola Herêma Kurdistanê be.

Di navbera her du aliyan de dê peymaneke stratejîk were îmzekirin.

Peyman mijarên ji ewlehiyê heta enerjiyê, bazirganî, bikaranîna avê, veguhastin, tenduristî û gelek qadên din li xwe digire.

Herwiha endamên kabîneya her du welatan dê bi hev re nêzîkî 30 peymanan îmze bikin.

Ji bo şopandina peymanan dê navbera wezaretan komîteyên xebatê bên avakirin.

Di hevdîtinan de mijara herî krîtîk ji bo Tirkiyeyê dê mijara ewlehiyê be.

Di vê çarçoveyê de tê payîn ku mijara şerê li dijî PKKyê û ewlehiya sînoran bên gotûbêjkirin.

Di Lûtkeya Ewlehiyê ya Tirkiye-Îraqê ya meha Adarê ya li Bexdayê de, ji aliyê Îraqê ve PKK wekî "rêxistineke derqanûnî" hatibû qebûlkirin.

Lê Enqere li bendê ye ku PKK wekî “rêxistina terorê” were binavkirin.

Mijara avê

Mijareke din a civînan pirsgirêka ava Îraqê ye.

Erdogan diyar kir ku ew ji hêviyên Îraqê yên derbarê avê agahdar in û ji bo vê yekê jî xebat didomin.

Tê payîn ku di vî warî de gavên girîng werin avêtin.

Hinartina petrola Kurdistanê

Di hevdîtinan de mijara hinartina petrolê ya Herêma Kurdistanê jî ku par hatibû rawestandin, dê were rojevê.

Yek ji mijarên hevdîtinan dê hinartina petrola Kurdistanê be.

Dadgeha Bazirganiyê ya Navdewletî (ICC) ya li Parîsê, 25ê Adara 2023yan veguhastina Petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê sekinandibû.

ICCyê ev biryar li ser daxwaza Îraqê wergirtibû û ji wê demê ve Petrola Kurdistanê bi rêya vê benderê nayê hinartin.

Li gorî amarên APIKURê, vê biryarê heta niha 14 milyar dolar xisar gihandiye aboriya Îraqê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst