Armanca serdana Erdogan a Bexda û Hewlêrê çi bû?

23-04-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Karsaz Hakan Akbal û Fermandarê xanenişîn Mîthat Işik/Wêne: Rûdaw
Karsaz Hakan Akbal û Fermandarê xanenişîn Mîthat Işik/Wêne: Rûdaw
Nîşan Hakan Akbal Mîthat Işik Recep Tayyîp Erdogan Hewlêr Bexda
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Yek ji fermandarên berê yê artêşa Tirkiyeyê Mîthat Işik li ser serdana Erdogan a Bexda û Hewlêrê got, “Armanca Tirkiyeyê ew e ku PKK ji rojevê bê derxistin û îhtimal heye operasyon li Şingalê jî bê kirin.”

Herwiha karsaz Hakan Ak bal jî got, “Pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Herêma Kurdistanê re gelekî baş in û Hewlêr dikare wekî aktorekî sereke rola xwe bileyîze.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan doh piştî 13 salan çû Bexdayê û paşê hat Hewlêrê.

Recep Tayyîp Erdogan, bi rayedarên Îraq û Herêma Kurdistanê re gelek hevdîtin kirin.

Piştî seredana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a Bexda û Hewlerê medyaya Tirkiyeyê herî zêde li ser 2 xalên vê serdanê sekiniye.

Yek ji wan mijaran mijara ewlehiyê û mijara PKKyê ye.

Mîthat Işik yek ji fermanderên xanenişîn ê artêşa Tirkiyeyê ye.

“Îhtimal heye operasyon bikeve aliyê Şingalê jî”

Mîthat Işik diyar kir ku Erdogan peyama herî giring li Hewlêrê daye û gotiye “ êdî pêwîst e PKK ji rojevê bê derxistin”.

Mîthat Işik wiha pê de çû, “Eger operasyonek bê kirin ne tenê dê li heremên Pençe - Kilîdê, ihtimalek heye ku operasyon bikeve aliyê Şingalê jî.

Heta ihtimal heye Îran jî beşdarî van operasyonan bibe û bi beşdariya Îran, Îraq , Tirkiye û rêveberiya Heremî ya Kurdan li dijî Qendîlê operasyonek bê kirin.

Armanca Tirkiyeyê ew e ku PKK ji rojevê derkeve û aramî were navçeyê.

Di navbera cîranan de bazirganî û geştyarî zêde bibe ev jî hemû girêdayî mijara ewlehiyê ne.”

Aliyekî din ê giring di seredana Erdogan de ku gelek karvedan hebûne aliyê bazirganî û bi taybetî jî projeya rêya bipêşketinê bû.

Li gorî amaran qebareyê bazirganiya Tirkiye û Îraqê, sala 2022yan 24,2 milyar dolar, sala 2023yan 20 milyar dolar û her sê mehên destpêka îsal derdora 4,3 milyar dolar e.

Piştî seredana Erdogan zêdebûna qebareyê bazirganî jî di rojevê de ye.

“Hewlêr dikare wekî aktorekî sereke rola xwe bileyîze”

Karsaz û Serokê Komeleya Karsazan Hakan Akbal got:  

"Me wekî Komara Tirkiyeyê bi Herêma Kurdistanê re pêwendiyên gelekî baş hene.

Di serdema nû de jî di aliyê bazirganiyê de Hewlêr wekî aktorekî sereke dikare rola xwe bileyîze û rê li pêşiya diyaloga zêdetir bê vekirin. Daxwaza me jî ev e.”

Li gorî agahiyan, di dema serdana Erdogan de navbera Tirkiye û Îraqê 26 peyman hatin îmzekirin ku 4 ji wan li ser mijarên ewlehiyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst