Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Çekdaran li wê navçeyê Ala Kurdistanê anîne xwarê

Ji aliyê RÛDAW 10-9-2017
Rûdaw

Xaneqîn (Rûdaw) –  Li navçeya Mendeliyê çekdarên ereb û grûbeke ser bi Heşda Şeibî bi ser avahiya Encûmena Bajarokê Mendeliyê de girtin û Ala Kurdistanê anîne xwarê. Çekdaran ji encûmena navçeyê jî xwestin biryara beşdarbûna giştpirsiyê betal bikin.

 

Rêveberê Fermangeha Madeya 140 a Xaneqînê Ednan Mensûr ji Rûdawê re ragihand: “Îro danê sibê (10-09-2017), nêzîkî 100 çekdarên hozên ereban, bi hevkariya çekdarên Esaîbil Ehlî Heq, bi ser avahiya Encûmena Bajarokê Mendeliyê de girtin û Ala Kurdistanê anîne xwarê.”

 

Mensûr da zanîn, ku çekdaran xwestine civata navçeyê dest ji kar bikişe û biryara beşdarbûna giştpirsiyê betal bike.

 

Endnan Mensûr got: “Niha parêzgarê Diyalayê li gel fermandarê firqeya polîsan çûye Mendeliyê û hewl didin rewşê aram bikin. Me jî ji Serokê Encûmena Mendeliyê xwestiye, ku ji biryara xwe venegerin. Herwiha me ji wan re got, heta rewş aram dibe xwe bigihînin Xaneqînê.”

 

Roja 17ê Tebaxa 2017ê, serok û endamên Encûmena Mendeliyê biryar dan, ku beşdarî giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê bibin.

 

2036 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.531 seconds