Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Barselonayê yê herêma xweser a Katalonyayê ya Spanyayê di Roja Neteweyî ya Katalonyayê de nêzîkî 28 hezar xwenîşander daketin kolanan û daxwaza serxwebûna herêma xwe kir.
Roja Neteweyî ya Katalonyayê wekî "La Diada" tê zanîn.
Xwenîşanderê bi navê Jozef Serrat got:
"Ev wekî deryayê ye, derya rast e lê her tim pêlên wê hene.
Niha em bêdeng in lê dema pêla wê vedigere, tam tê vê derê."
Li bajarê Tortosayê jî hezar û 700 kes û li bajarê Gironayê yê heman herêmê jî 12 hezar kes bi heman armancê daketin kolanan.
Malnişînê bi navê Jordi Casadesus jî anî ziman:
"Em dixwazin tişt baştir bibin, em naxwazin êdî bibin parçeyekî Spanyayê.
Ew her tim ji me didizin û sivikatiyê bi me dikin."
Li gorî rapirsiyeke Navenda Lêkolînên Ramanê (CEO) ya girêdayî hikûmeta Katalonyayê nêzîkî ji sedî 38ê xelkê Katalonyayê bi serxwebûnê re ye lê ji sedî 54ê xelkê li dijî wê ne.
Her wiha ji sedî 40ê niştecihan jî dixwazin ku referandumek were kirin û piştre li ser bingeha encaman biryar were dayîn.
Sedema ku beşek ji xelkê Katalonyayê li dijî serxwebûnê ye ew e ku ew zêdetir girîngiyê didin pirsgirêkên aborî, tenduristî û xizmetguzariyên giştî.
Di nava ciwanên 18 û 24 salî de jî piştgiriya ji bo serxwebûnê di nava 10 salan de ji sedî 47an daketiye ji sedî 27an.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse