Duhok (Rûdaw) - Di merasîmekê de doh Pênşemiyê ensîklopêdiya ya parêzgeha Duokê hat belavkirin, ku 120 kes di nivîsandin û amadekirina wê de beşdar bûne û di wê projeyê de gelek zanyarî li ser devera Behdînan hatine berhevkirin.
Ev ensîklopêdiya ya taybet bi parêzgeha Duhokê piştî 5 sal karkirina li ser wê projeyê hatiye amadekirin, ku ji 9 berg (cild) pirtûkan pêk hatiye.
Rêveberê Ofîsa Rûdawê li Duhokê, Nasir Elî ragihand: “Bo yekemîn car e ku bi vî awayî, dîrok, koltor, nasname û her tiştek derbarê Duhokê de di nava 9 bergên (cildên) pirtûkê de hatiye berhevkirin.”
Di ensîklopêdiyayê de, zanyarî derbarê tevahiya parêzgeha Duhokê, qeza û nahiyeyên wê, gund, civak, xweza, cihên şûnwarên dîrokî û cihên geşt û seyranê (cihên tûrîstî) yên wê parêzgehê de hene.
Biryar e ev ensîklopêdiya bo ser zimanê Erebî jî were wergêran û bi erebî jî were çapkirin.
Parêzgarê Duhokê Ferhad Etrûşî jî ku di merasîma ragihandina ensîklopêdiyaya wê parêzgehê de amade bûbû, ji Rûdawê re got: “Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya me bike, daku em wê bikin bi zimanê Erebî, çimku eger bibe Erebî, piştre dê bo ser zimanên din jî were wergerandin û em dê sûdê jê werbigrin.”
Serperiştiyarê giştî yê ensîklopêdiyaya parêzgeha Duhokê, Musadiq Tovî ji Rûdawê re ragihand, ku pirtûk ji 9 bergan û 5 hezar rûpelan pêk tê û hemû zanyariyên parêzgeha Duhokê di wê ensîklopêdiyayê de hatine nivîsandin.
Musadiq Tovî diyar kir, ku wan bi wê hewlê bankeke zanyariyan derbarê parêzgeha Duhokê de amade kiriye û xistiye ber destê xelkê.
Tovî herwiha derbarê vê projeyê de got: “Tekana çavkanî ye ku hemû zanyariyên derbarê parêzgeha Duhokê de û li ser hemû babetan li xwe digre. Eger rojek ji rojan her kesek, her xwandevanek an lêkolerek derbarê parêzgeha Duhokê de pêwîstî bi zanyariyan hebe, dikare zêdetirîn zanyariyan di nava wan 9 bergên ensîklopêdiyaya Duhokê de bi dest bixe.”
Tevî ku di vê ensîklopêdiyayê de gelek zanyarî derbarê parêzgeha Duhokê de hatine komkirin, lê belê beşek ji nivîskar û helbestvanan nêrînek ciyawaz li ser vê ensîklopêdiyayê hene.
Helbestvan, Şeiban Silêman dibêje: “Pêwîst e ev ensîklopêdiyayê bixin nav îneternetê, daku hemû kes li cîhanê wê bibînin û sûdê jê werbigrin. Herwiha pêwîst e bi berdewamî were nûkirin.”
Biryar e nusxeyên wê ensîklopêdiyayê li tevahiya pirtûkxaneyên taybet û hikûmetî yên parêzgeha Duhokê werin danin. Herwiha ji bo bi dest xistin û kirîna wê jî nirxa 100 hezar dînarî jê re hatiye danîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse