Dayikek û 4 zarokên Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin

14-08-2018
RÛDAW
Nîşan Kurdên Êzdî Şingal Sûriye DAIŞ
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Berpirsê Nivîsîngeha Rizgarkirina Kurdên Êzdî Husên Qaidî ragihand, ku dayikek û 4 zarokên Kurdên Êzdî ji Sûriyê hatine rizgarkirin û di rojên pêş de dê bigihin Kurdistanê.

 

Husên Qaidî got: “Ew 5 kes xelkê navçeya Şingalê ne û roja 3ê Tebaxa 2014ê ji aliyê DAIŞê ve hatibûne revandin. Di rojên pêşiya me de em ê van kesan veguhezin Kurdistanê û dê bigihin melbatên xwe.”

 

Li gorî zanyariyan navê dayika hatiye rizgarkirin Xezal Elî ye û navê zarokên wê jî Hebîp, Elî, Samî û Dalya ne.

 

Hêjayê gotinê ye, ku roja 4ê Tebaxê jî keçekê bi navê Enwar Hemîd a ji gundê Koço ya Şingalê piştî 4 salan gihişte malbata xwe.

 

DAIŞê di êrîşa ser Şingalê de zêdetirî 6 hezar Kurdên Êzdî revandin. Heta niha jî çarenivîsa 3 hezar kesan nediyar e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst