Êrişên DAIŞê zêde dibin: Di hefteyekê de 47 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin

15-11-2023
RÛDAW
Nîşan Sûriye DAIŞ Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di hefteyekê de 47 leşkerên Sûriyeyê di êrişên DAIŞê de hatine kuştin.

Çekdarên DAIŞê êrişên xwe yên li dijî hêzên Sûriyeyê û milîsên bi ser wê ve zêde kirine.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di hefteyekê de 47 leşker û çekdarên ser bi Sûriyê ve di êrişên DAIŞê de hatine kuştin.

Li gorî SOHRê, di nava hefteyekê de, çekdarên DAIŞê li çolên Sûriyeyê 6 caran êrişî hêzên Sûriyeyê û hevalbendên wê kiriye.

Heriwha SOHRê da zanîn ku di wan êrişan de 47 leşkerên Sûriyeyê û çekdarên bi ser Îranê ve hatine kuştin.

Di nav kesên ku hatine kuştin de efserek û 3 çekdarên milîsên bi ser Îranê ve jî hene.

Li aliyê din, 7 çekdarên DAIŞê di êrişên esmanî yên balafirên şer ên Rûsyayê de hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst