DAIŞê êrişî hêzên Sûriyeyê û grûpên nêzikî Îranê kir

11-02-2024
RÛDAW
Nîşan DAIŞ Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Himsê ya Sûriyeyê, çekdarên DAIŞê li sê cihan êrişî hêzên hikûmetê û grûpên nêzîkî Îranê kir û leşkerekî Sûriyeyê hat kuştin

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çekdarên DAIŞê li derdora kêlgeha gazê ya Erakê ya li bakurê bajarê Tedmurê yê Himsa êrişî pêgehên hêzên Hikûmeta Sûriyeyê û grûpên nêzîkî Îranê kir.

Di heman demê de çekdarên DAIŞê êrişî xalên Firqeya 17ê ya Artêşa Sûriyeyê ya di navbera her du bajarokên el-Tîbe û el-Suxne yên parêzgeha Himsê kir.

Hevdem li nêzîkî kêlgeha gazê ya el-Dubeyatê ya li rojhilatê Himsê di navbera çekdarên DAIŞê û leşkerên Firqeya 18ê ya Artêşa Sûriyeyê de şer û pevçûn derketine.

SOHRê da zanîn kû di wan şer û pevçûnan de herî kêm leşkerekî Sûriyeyê hatiye kuştin.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, piştî êrişan çekdarên DAIŞê ji meydana şer vekişiyane û piştre her du firqeyên 17 û 18ê yên Artêşa Sûriyeyê hêzên zêde li navçeyê belav kirine û heta niha derbarê hejmara qurbaniyan de ti zanyarî nehatine belavkirin.

Li gorî SOHRê ji destpêka 2024an ve li çolên Sûriyeyê 73 leşkerên Sûriyeyê û çekdarên grûpên nêzîkî Îranê û 8 sivîl ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin.

Herwiha li heman navçeyê 17 çekdarên DAIŞê ji aliyê Artêşa Sûriyeyê û milîsan ve hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst