ÎNFOGRAFÎK - 28mîn roja êrişa ser Efrînê

16-02-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Operasyona Efrînê Şer Pevçûn Tirkiye Topbaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamevan li Dêska Rojavayê Kurdistanê ya Tora Medyayî ya Rûdawê Hisên Omer tevî pêşkêşkarê bultena Rojavayê Kurdistanê ya televîzyona Rûdawê Omer Kalo bi grafîkan zanyariyên herî dawîn derbarê operasyona Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên dijbereya Sûriyê bo ser herêma Efrînê de pêşkêş dikin.

 

Êrişa Artêşa Tirkiyê û çekdarên dijbereya Sûriyê yên girêdayî Enqerê bo ser herêma Efrînê derbasî roja 28an bû.

 

Îro înê cihê herî germ ku şer û pevçûn diqewimîn, Cindirês bû. Navend û derdora Cindirêsê îro bi tundî hatin topbarankirin. Herwiha firokeyên şer ên Tirkiyê li herêma Efrînê, bi taybetî li Cindirêsê difiriyan.

 

Li Şiyê jî firokeyên şer ên Tirkiyê navenda bajarokê bombebaran kirin û herwiha li derdora Şiyê şer û pevçûnên navbera Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û Artêşa Tirkiyê û grûbên çekdar ên ser bi wê ve berdewam bûn.

 

Li bakurê Efrînê li navçeya Bilbilê jî topxaneyên Artêşa Tirkiyê gundê Qestela Miqdêd topbaran kirin.

 

Herwiha li navçeya Şerayê îro rewş hinek aram bû, car caran dengê teqeyan hatin bihîstin, lê şer û pevçûnên giran neqewimîn.

 

Ji roja 20ê Çileya bihorî ve Artêşa Tirkiyê bi alîkariya hin grûpên çekdarî yên Dijbereya Sûriyê operasyoneke berfireh bo ser Efrînê dest pê kiriye û navê Operasyona Çiqla Zeytûnê lê kiriye.

 

Herêma Efrînê ji 367 gundan û bajarokên Bilbil, Şerra, Raco, Şiyê, Cindirês û navenda bajarê Efrînê pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst