EFRÎN - MÎTê bijîşkekî Kurd desteser kir

11-09-2023
RÛDAW
Nîşan Efrîn Revandina Kurdan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) li bajarê Efrînê bijîşkekî Kurd desteser kir û ji bo cihekî ne diyar bir.

Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Dezgeha Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bijîşkê Kurd Lezgîn Salih desteser kiriye.

Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo da zanîn ku roja sêşemê, Dezgeha Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) Lezgîn Salih ji mala wî ya li Efrînê desteser kiriye.

Mistefa Şêxo diyar kir ku sedema desteserkirina wî nayê zanîn.

Bijîşkê Kurd Lezgîn Salih, pisporê nexweşiyên dil e û xelkê gundê Kurzêlê yê nahiyeya Şerawayê ye.

Çekdarên grûpa Ehrar El-Şerqiyeyê jî roja 29ê Gulana 2018an Lezgîn Salih revandibû û wan dest danîbû ser mal, klînîk û hemû amûrên wî yên bijîşkiyê.

Ew piştî ku fidye hatibû dayîn, roja 16ê Hezîrana 2018an hatibû berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst