EFRÎN - Kurdê ku di topbaranê de birîndar bûbû canê xwe ji dest da

28-08-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan Efrîn Kurd Topbaran Artêşa Sûriyeyê Îbrahîm Elî Elî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurdekî ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku di topbarana artêşa Sûriyeyê de birîndar bûbû canê xwe ji dest da.

Çalakvanê mafên mirovan Îbrahîm Şêxo ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Îbrahîm Şêxo ragihand welatiyê Kurd ê bi navê Îbrahîm Elî yê 42 salî ku ku wek Biro jî dihat naskirin di topbarana artêşa Sûriyeyê de bi giranî birîndar bûbû.

Herwiha Şêxo da zanîn, Îbrahîm Eliyê ku ji kezeb û laşê xwe bi giranî birîndar bûbû îro li nexweşxaneyeke Efrînê canê xwe ji dest da.

Li gorî Şêxo, artêşa Sûriyeyê roja çarşemê binkeyeke hêzên Tirkiyeyê ya li nêzikî gundê Xezawiyê yê nehiyeya Şêrawayê ya Efrînê topbaran kiribû.

Lê çend top li gundê Xezawiyê ketibûn û di encamê de Îbrahîm Elî bi giranî birîndar bûbû.

Îbrahîm Elî ji gundê Kebaşînê yê nahiyeya Şêrawayê ye û li gundê Xezzawiyê dijiya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst