EFRÎN - Çekdarên muxalefetê û hêzên Sûriyeyê pêgehên hev topbaran kirin

17-08-2023
Nîşan Efrîn Grûpê Çekdar Hikûmeta Sûriyeyê Topbaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Doh derengê şevê çekdarên muxalefetê û hêzên hikûmeta Sûriyeyê, li nêzîkî gundê Kîmarê yê herêma Efrînê pêgehên hev topbaran kirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, her du aliyan pêgehên hev ên li her du aliyên xêza rûbirûbûnê topbaran kirine.

Heta niha ti aliyekî derbarê encamên topbaranê, herwiha zerer û ziyanên wê de agahî nedane.

Gundê Kîmarê yê herêma Efrînê li ser xêza rûbirûbûnê ye.

Hêzên Tirkiyeyê, ji nava gundê Kîmarê heta gundê Beradê dîwarekî lê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst