Pispor ji bo Amedê hişyariya erdhejê didin

16-11-2017
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Erdhej Amed Sur Kurdistan
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Piştî erdheja Rojhilat û Başurê Kurdistanê, niha rastiya erdhejê û saxlemiya xaniyan li tevahiya Bakurê Kurdistnê bûye rojeva serek e.


Bi 378 hezar  nifûsa xwe, navçeya Rezan (Baglar)  a Amedê navçeya herî mezin a bajêr e ku di 25 salên borî de ava bibû.  Taxa Rezan ji ber ku berhemê bajarvaniya bê  plansaziyê ye,  niha gelek xaniyên wê di bin metirsiya hilweşandinê de ne.


Pisporên avahisaziyê  dibêjin, heke erdhejekî di ser 6 pileyan de jî  li bajarê Amedê çêbe, Taxa Rezan  dê ji ser rûyê erdê nemîne.


Taxa Bağlar" ango Taxa Rezan, bi 378 000 şêniyên xwe,  li bajarê  Amedê taxa herî mezin e,  ku  di vê  25 salê de ava bûye, piraniya rûniştvanê vê derê ew kes in,  ku  ji ber valakirin û şewitandina gundan aware bûne.


Serokê Jûra Avahîsaziyên Amedê Şerefhan Aydin  ew ji rewşa Taxa Rezan gelek nîgeran e û dibêje. Taxa Rezabn dê nekaribe erdhejekî di ser 6 pileyan de ragire.


Şerefhan Aydin ji Rûdawê re wiha got: “Xwedê neke, li bajarê Amedê erdhejekî di ser 6 pileyan de çêbe, heger çêbibe taxa Baxlaran dê bi tevahî hilweşe, ji ber ku ev der ne li gor zagonên betonarme û statîkê hatiye avakirin. Ne tenê Baxlar, wê taxên wek Şehîtlîk, Benûsen û Seyrantepe jî gelek xisarê bibînin."


Navçeyên  Bajarê Amedê di bin metirsiya erdhejên mezin de bin jî,  rîska navenda bajêr, li gor navçeyên xwe kêmtir e; lê ji ber bajarvaniya bê plansazî 4 taxên Amedê di bin metirsiyê de ne.


Serokê Navenda Çavdêriya Erdhejê Prof. Dr. Taha Taşkiran jî dibêje ku bingeha Amedê ji ber kevirên Qerejdaxê qaîm e, lê di encamekî erdhejê de mirov dê ji ber nesaxlemiya xaniyan jiyana xwe ji dest bidin;  lewre xaniyên ku di salên 90 an de çêbûne hemû ji dervayê yasaya erdhejê hatine lêkirin.


Prof. Dr. Taha Taşkiran wiha axivî: "Xeta erdhejê yê ku rêzeçiyayê Zagrosê çêkiriye 90 km di ber bajarê Amedê de derbas dibe, ev xet dikare erdhejek bi qasî 6- 7 pileyan peyda bike. Ez bawer im ku dê xaniyên di salên 90 an de hatine çêkirin, dê nekaribin li ser piyan bimînin, erdhej bûyerek normal e, xaniyên bi vê rengê ne normal in."


Li Bajarê Amedê erdheja bi şiddet a  herî dawî, di sala 1975 an de bi 6.6 pile,  li navçeya Licê çêbibû ku 2 hezar û 400 kes ji vê kerasetê re bibûne qurbanî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst